Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2021-10-06 12:50:01 STENBOL - Meclîsa ÎSÎG’ê, di rapora xwe ya kuştinên karkeran a meha Îlonê de, da xuya kirin ku herî kêm 175 karkeran jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya kuştinên kar ên meha Îlonê weşand. Li gorî raporê, di heman Îlonê de, herî kêm 175 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de, hat diyarkirin ku di 9 mehên salê de, herî kêm hezar û 674 karkeran jiyana xwe ji dest dane.  Di raporê de, hat destnîşan kirin ku ji 153 karkerên ku di meha Îlonê jiyana xwe ji dest dane, mûçegir in û 22 jê bixwe dixebitin.   5 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di dewama raporê de wiha hat gotin: “Karkerên ku di kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dan, 18 jê karkerên jin in û 157 jê karkerên zilamin. Piraniya van jinan di karên weke çandinî, bazirganî, perwerde, bur û nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan. Di meha Îlonê de 5 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dan. Ev her 5 karker jî karkerên zarok bûn.”    LI GORÎ BAJARAN   Di raporê de, hat bibîrxistin ku herî zêde mirina karkeran li Stenbolê çêbûye û wiha têkildarî vê yekê ev agahî hat dayîn: “13 li Stenbolê, 11 li Kocaeliyê, her yek 10 li Rihayê û Tekîrdagê, 9 li Bursayê, her yek 8 li Antalya û Îzmîrê, 7 li Eqerê, her yek 5 li Edene û Çorûmê, her yek 4 li Hatayê, Karabuk, Qeyserî, Konya, Mêrsîn, Sakarya û Samsunê, her yek 3 li Bîlecîk, Amed, Mugla û Trabzon, her yek 2 li Agiriyê, Denîzlî, Duzce, Eskîşehîr, Dîlok, Kirikkale, Manîsa û Mardinê, her yek 1 mirin li Semsûrê, Afyon, Aksaray, Artvin, Aydin, Balikesîr, Bartin, Çewlig, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Giresun, Gumuşhane, Isparta, Karaman, Kastamonu, Kirklareli, Kilis, Kutahya, Meletî, Ordu, Osmaniye, Sêrt, Sinop, Uşak, Zonguldak, Almanya û Kirgizistanê pêk hatin.”