Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin 2021-10-06 12:49:25   HATAY - Li navçeya Arsuz a Hatayê faîlê ku tacîza zayendî ya sistematîk li du neviyên xwe kir, ji aliyê dozger ve hat beraetkirin.    Li navçeya Arsuz a Hatayê kesê bi navê C.O., li du neviyên xwe ku hêj 5 û 6 salî bûne û niha bûne 14 û 15 salî îstîsmara zayendî pêk aniye. C.O. ji sûcê tacîzê zayendiya sîstematîk ku tê darizandin, îro doza wî li Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê berdewam kir. C.O. ne girtî tê darizandin û sala par ji ber sûcê îstîsmarkirina zayendî bi giştî 23 cezayê hefsê lê hatibû birîn.    Dadgeha Îstînafê ya Edeneyê cezayê C.O. erê kir. Parêzerê wî serî li Dadgeha Bilind da û dadgehê cezayê faîl xera kir û xwest ji nûve were darizandin. Piştî vê biryara dadgeha bilind bersûc hat berdan û doz ji nûve li Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê hat lidarxistin.    DOZGER BERAETÊ XWEST    C.O. û parêzerê xwe, malbat û parêzerên xwe û rêveberên Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê beşdarî danişînê bûn. Dozger xwest bersûcê tacîzê ji dozê were beraetkirin. Parêzeran jî xwest ji bo li dijî mutalayê parastinê bikin dem were dirêjkirin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran erê kir û dozê taloqî 25’ê cotmehê kir.