Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin 2021-10-06 12:21:53   AMED - Polîsan li navçeya Farqînê bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.    Polîsan li navçeya Farqîn a Amedê, di saetên serê sibê de, bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin. Polîsan di lêgerînê de, mal ser û bin kirin. Hat hînbûn ku Rêzan Erenfik, Mehmet Katar, Dogan Tûncer, Veysî Fîdan û Îsmaîl Ûlaş ên biryara binçavkirina wan hebû, hatin binçavkirin. Hebûn Efendîk û Toprak Karasû yên ne li malên xwe bûne jî, nehatine binçavkirin.    Hat diyarkirin ku dibe binçavkirin zêde bibin.