‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’ 2021-10-06 10:20:56 RIHA - Hevserokê HDP’ê yê Xelfetiyê Abdullah Çîftçî, da zanîn ku polîs ji kesên li navçeyê tên binçavkirin re dibêjin, “Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin.”   Li navçeya Xelfetî ya Rihayê zextên polîsan ên ser endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her ku diçe zêde dibin. Kesên xwe weke polîsan didin nasîn û bi nimreyên telefonê yên cuda digerin, HDP’iyan bi daxwaza ‘çay vexwarinê’ gazî miduriyeta polîsan dikin. Polîsên ku piştî serdanên Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê gef li esnafan xwarin, daliqandina alan ya bi kargehan ve li esnafan ferz kirin.   DI BIN ÇAVAN DE BAZAR KIRIN   HDP’iyên ku bi hêceta lêpirsînên cuda her tim tên binçavkirin, bi lêv kirin ku polîsan di bin çavan de bazar bi wan re kirine. HDP’iyên ji ber ewlehiyê nexwestin navên xwe aşkere bikin, anîn ziman ku polîsan di bin çavan de bi berdela berdana wan xwestine ku ew “Avahiya HDP’ê bidin ber keviran, ji rêveberan re xeberan bêjin û li pêş avahiya partiyê konan vedin.”   HERÊMA PÎLOT: XELFETÎ   Hevserokê HDP’ê yê Xelfetiyê Abdulah Çîftçî, diyar kir ku ev pêkanîn perçeyekî “Plana Çokdanînê” ye û wiha got: “Xelfetî di vê çarçoveyê de weke herêma pîlot hat hilbijartin. Zext her ku diçe zêdetir dibin. Pêkanîneke taybet se hilbijêrên HDP’ê pêk tînin. Heke malbateke HDP’î alîkariyê bigire an jî karmendek di mala wan de hebe, ser wê yekê gefan li malbatê dixwin. Ji bo ku neyên HDP’ê li gelek malbatan gef hat xwarin. Em kengî ji bo xebateke hilbijartinê derkevin bi pêkanînên keyfî yên polîsan re rûbirû dimînin. Her roj li pêş avahiya me ya navçeyê 2-3 wesayîtên polîsan ên sivîl disekinin. Herkesê ku tên partiyê tên fîşkirin. Herkesê ku ji avahiya me derdikeve ji GBT’ê re derbas dikin pişt re hin kesên cuda li malbatan digerin û gefan li wan dixwin. Li gelek kesan bi gotina ‘li xwe miqate be’ gefan dixwin.”    POLÎS: EM Ê BI AWAYEKÎ DIN LI HEV BIKIN   Çîftçî, bi lêv kir ku ji bo xebatên rêxistinkirinê yên HDP’ê li navçeyê asteng bikin serî li gelek rêbazan didin û wiha berdewam kir: “Van rojên dawî ev pêkanîn zêdetir bûn. Polîsan gef li esnafên ku hefteya borî me serdana wan kirin, xwarine. Polîsan wêneyê her esnafê ku me serdana wan kirin, kişandin. Li cem me tiliya xwe hejandin û gef xwarin. Piştî ku em ji wir veqetiyan çûne gef li esnafan xwarine. Beriya 3 rojan jî 3-4 polîsên sivîl hatin avahiya me. Ji me re gotin ‘Me bihîstiye ku wê mevanên we werin, kî ne ev. Hûn ji bo çay vexwarinê çima gazî me nakin, hûn çima nayên çaya me venaxwin. Dema we civînek li vir li dar xist hewce ye hûn me agahdar bikin.’ Çarçoveyeke qanûnan heye. Min jî ji wan re got em ne mecbûr in ji we re bêjin mêvanên me hene, li ser vê yekê amire polîsan bi gotina ‘Bi vî awayî nebe, em ê bi awayekî din li hev bikin’ gef xwarin.”   FERZKIRINA ‘KON VEDANÊ’   Çîftçî, da zanîn ku li navçeyê polîsan zext li gelek kesan kirine ku êrişî partiyê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîsan ji gelek kesên tên binçavkirin re bi berdela berdana wan xwestine ku ew ‘Avahiya HDP’ê bidin ber keviran, ji rêveberan re xeberan bêjin û li pêş avahiya partiyê konan vedin.’ Li hin malbatan ferz dikin ku li pêş avahiya partiya me konan vedin. Hin malbatan ev yek ji me re vegotin, hin malbat jî ji vegotinê jî ditirsin. Li Xelfetiyê herkes ji van pêkanînên polîsan aciz in.”   ‘WÊ PLANA ÇOKDANÎNÊ SERNEKEVE’   Çîftçî, bi lêv kir ku wê “Plana Çokdanînê” bi sernekeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê ev pêkanînên ne qanûnî winda bikin. Divê gelê me li dijî van zextan xwedî li partiya xwe derkeve. Ev konsepta çokdanînê qelsbûna desthilatê dide nîşandan. Bi pêkanînên ne qanûnî nikarin xwe xelas bikin.”   ‘WERE ÇAYEKE ME VEXWE’   Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Cemal Guzel jî diyar kir ku polîs bi nimreyên cuda lê digerin wî aciz dikin û bi lêv kir ku kesên li wî digerin ji bo ‘çay vexwarinê’ ew vexwendine miduriyeta polîsan. Guzel, anî ziman ku meha Hezîranê li derveyî bajêr bû, piştî vegerê dîsa lêgerîn zêde bûne û wiha got: “Kesên li min geriyan ewilî gotin ‘were miduriyeta polîsan çayeke me vexwe’. Min jî ji wan re got ez nayêm hûn werin kargeha min. Di rojekê de 3 caran geriyan, min dîsa ji wan re got werin kargeha min. Lê nehatin.”    ‘EM TU CAR SIXURTIYÊ QEBÛL NAKIN’   Guzel, da zanîn ku HDP’iyan beriya 3 rojan ji çar polîsên sivîl ên hatin partiya wan re tiştên hatine serê wan vegotine û wiha axivî: “Polîsekî ku di nava wan de gotiye ‘ew kesê geriya ez im, em çûn cihê kargeha wî lê ji ber hundir qelebalix bû em neketin hundir’. Kesekî ku polîs çima li cem hin kesan naxwaze bi min re biaxive? Ji ber pêkanînên wan ji derveyî qanûnan e nikarin werin. Li derdora min kî hebe polîs pirsa min ji wan dikin û ji min dûr dixin. Em li dijî van pêkanînan serî natewînin. Em dizanin çima bi israr me gazî miduriyeta polîsan dikin û ji wan re wiha dibêjin, em tu car ferzkirina sixurtiyê qebûl nakin. Dest ji vê siyaseta qirêj berdin hûn nikarin me têk bibin.”   MA / Emrûlah Acar - Ferhat Çelîk