Sînorê Kobanê nerehete! 2021-10-06 09:03:05 RIHA - Kesên li sînorê Kobanê dijîn û Tirkiye wan wekî kesên talûke dihesibîne gotin: "Ên li aliyên din xizmên me ne." Welatiyan, bilêv kir ku ji xeynî zext û zoriyên eskeran tu talûkeyek tune ye.    Portetsoyên wekî "Bihara Ereban" bi daxwaza azadî, demokrasî, aştî û mafên mirovan hatin binavkirin û li Rojhilata Navîn dest pê kirin, di sala 2011'an de li Sûriyeyên jî rû dan. Şerê navxweyî her çû mezintir bû. Gelê Rojavayê jî ne li rex rejîmê ne jî li rex muxalifan cih negirt û got "Rêya Sêyem." Gel, di çarçoveya Peymana Civakî de berxwedana li kuçeyên bajaran xurt kir û di 2014'an de pêşî kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê ragihandin. Paşê jiyana hevpar a li ser asasê şoreşê ya bi pêşengiya kurdan hat avakirin û avakirina vê jiyana hevpar niha jî bi pêşengiya kurdan didome.    Piştî berxwedana Kobanê gelên cîhanê jî ji nêz ve bala xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Niha li hêlekê Rêveberiya Xweser di nav lêgerînan de ye ji bo qebûlkirina statuyê, li hêla din jî bi gef û êrişên Tirkiyeyê re rû bi rû ye.    LI SÎNOR ÇI DIQEWIME?   Me jî li sînorê Pirsûsê yê li ber Kobanê hin çavdêrî kirin bê ka li sînor çi diqewime. Di ber dîwarê 2 metre û nîv bilind re ku Tirkiyeyê ew çêkiriye, rêya trênê derbas dibe. Li cem rêya trênê, rêya ewlehiyê ya ku wesayîtên zirxî tê re diçin hatiye vekirin. Li vê rêyê, li aliyê Pirsûsê li hin deveran li qadeke bi qasî 500 metreyî kirine qada mayinan. Li hêla Pirsûsê ya qada mayinan, têlên bijilêt ên bi qasî du metreyan hatine bicihkirin û li biniya van têlan jî rêyeke din a ewlehiyê hatiye vekirin. Eskerên ku tim di vê rêyê de diçin û tên, nahêlin kes nêzî sînor bibin. Sînor bi wesayîtên zirxî tim tê kontrolkirin û bi kamerayên termal 24 saetan tê şopandin. Her wiha liv û tevgera eskerî ya li sînor jî gundên nêzî Kobanê diqilqilîne.   ÇANDINÎ QEDEXE YE   Ji xeynî vê çend sed metreyan carekê deverên çavdêriyê hene û herî kêm jî 5 kîlometreyan carekê jî qereqol hene. Ya herî mezin jî qereqola eskerî ya li Taxa Kobanê ya Pirsûsê ye. Li ber vê qereqolê bi dehan obus û tanq sekinandîne. Hat diyarkirin ku welatiyên li taxên nêzî sînor ji ber liv û tevgerên eskerî nikarin erdên xwe deynin û ji ber vê koç dikin. Her wiha welatiyên bixwazin biçin nav erdên xwe yên nêzî sînor jî divê îkameta xwe bidin. Her wiha li devera bi qasî 150 metreyî nêzî sînor, bi hinceta ku qama garis pir dirêj e çandinî hatiye qedexekirin.    ‘XIZMÊN ME NE'   Welatiyên li herêmê ku ji ber hin fikaran nexwestin dîmenên wan bên girtin û navên wan bên eşkerekirin, diyar kirin ku kesên li wî aliyê sînor xizmên wan ên heq in û ji xeynî zext û zoriyên eskerî, bi tu awayî hêla din wekî talûkeyekê û gefekê hîs nakin.    MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can