Li Mexmûr û Sêmalka çalakiyên şermezarkirinê: PDK di nava îxanetê de ye 2021-10-05 15:49:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mexmûrê êrişên PDK’ê hatin şermezarkirin û banga “li dijî êrişan tevbigerin” li gelê Kurdistana Federe hat kirin. Li Deriyê Sînor ê Sêmalka jî çalakiya nobetê hat destpêkirin.    Li Kampa Mexmûrê û li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ji bo di êrişên Tirkiyeyê de hat şermezarkirin. Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên PDK’ê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber derê Meclîsa Îştar ya wargehê bi tevlîbûna dehan jin û dayîkan hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaredariya Wargehê Rojîn Benek ve hat xwendin.   Benek di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên ser Herêma Kurdistanê û wiha got: “5 mehe ji aliyê hêza duyemin a NATO’yê ve li ser Hêremên Parastina Medya, êrîşek topyekûn heye û dixwazin xaka Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bikin. Lê heta niha jî dewleta Tirk nekariya pêş ve biçe û di çiyayên azad de têk çûye. Dewleta Tirk çekên kîmyewî bikartîne û ev yek sûcê şere. Civaka navnetewî jî dijî vî sucê şer ê dewleta Tirk bêdenge. PDK di dîrokê de hertim rola xwe ya xiyanetê leyistiye û dixwaze destkeftiyên gelê kurd tine bike. PDK kiryarên ku ne li gorî netewa kurdane, raber dike. Herî dawî çekdarên PDK’ê kemîn danîn ber komek gerîla û di encamê de 5 gerîla şehîd xistin. Em vê yekê şermezar dikin û van kiryarên PDK’ê qebûl nakin. Bêdengiya gelê Başûr jî cihê rexnê ye. Dem hatiye ku gelê Başûr li hemberî kiryarên PDK’ê bêje êdî bese û van helwestên PDK’ê şermezar bike.”   ‘DENGÊ XWE DERXÎNIN’   Benek da zanîn ku PDK hewl dide bi hêcetên cuda biçe Şengalê, desthilatdariya xwe ava bike û wiha berdewam kir: “Gelê Şengalê rastiya PDK’ê baş dizane û van kiryarên PDK’ê qabul nakin.  Em wek jinên Wargeha Mexmûrê sekin û berxwedaniya gelê Şengalê silav dikin û pîroz dikin. Em bang li hêzên navnetewî dikin, ji bo ku carek din Şengal di komkujiyê re derbas nebe, dengê xwe derbixin û xwedî helwest bin.”   Benek, bang li hêzên navnetewî kirin ku li dijî êrişan bi erka xwe rabin û wiha axivî: “Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dijî van êrîşan dakevin qadan. Em hemû cûreyen êrîşên ku li ser Herêmên Parastina Medya û Şengalê şermezar dikin.”   LI SÊMALKA ÇALAKÎ HAT DESTPÊKIRIN   Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê jî ji bo êrişên PDK'ê' şermezar bike li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya nobetê da destpêkirin.