Li Silopiya 12 kes hatin binçavkirin 2021-10-05 15:00:17   ŞIRNEX - Di serdegirtinên malan ên serê sibê yên li navçeya Silopiya de 12 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û 12 kes binçav kirin. Di serdegirtinên li taxên Nûh, Cûdî, Yenîşehîr, Şehît Harûn Boy û Ofîs de xebatkarên Şaredariya Silopiyayê Guman Çavlak û Celal Dûrak, Ayaz Kultur, Abdulcelîl Konûr, Mehmet Tan, Dogan SEkman, Zuleyha Bayar, Veysî Çelîk, Suleyman Acar, Şahîn Sekman, Bîşeng Acar û kesekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku 8 kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hene, li malên xwe nebûne. 12 kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Silopiyayê tên ragirtin.