Dadgehê îtîraza ji bo berdana Demîrkiran red kir 2021-10-05 14:59:54 AMED - 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê îtîraza ji bo Hamdîn Demîrkiran ê Dadgeha Înfazê biryara berdana wî qebûl nekiribû, hatibû kirin, red kir.  Hamdîn Demîrkiran ê di sala 1971’an de li navçeya Çinar a Amedê ji dayik bû, di sala 1991’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hat binçavkirin û girtin. Li Demîrkiran ê wê demê li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, cezayê darvekirinê lê hat birîn. Dûre ev ceza wergêrandin cezayê hefsê yê muebetê. Demîrkiran ê ku bi dorê li Girtîgehên Sêrt, Amed, Dîlok, Aydin, Dîlok, Semsûr, Kandira, Şirnex, Xarpêtê ma û herî dawî li Girtîgeha Kepsûtê ya Balikesîrê ya Tîpa L girtî ye û di heman demê de di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Demîrkiran ê ji ber nexweşiya gurçikan pirsgirêkên cidî dijî, ligel ku di 23’yê Îlonê de cezayê wî xelasbûye jî nayê berdan.    DADGEHÊ BERNEDA   Ligel ku Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî ya Girtîgehê rapora “rewşa baş” da Demîrkiran jî, Dadgeha Înfazê ya Girtîgehê bi biryarekê berdana wî asteng kir. Dadgehê weke hêcet jî cezayekê dîsîplînê yê derbarê wî de hatiye dayîn nîşan da. Ev biryar jî êvara ku Demîrkiran were berdan jê re hat ragihandin.    ÎTÎRAZ HAT REDKIRIN   Demîrkiran ê berdana wî tê astengkirin, bi rêya parêzerê xwe li dijî biryara Dadgeha Înfazê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê da. Dadgeha Balikesîrê ku biryara, Dadgeha Înfazê “li gorî qanûnan” dît, îtîraza hatiye kirin red kir.    WÊ SERÎ LI AYM’Ê BIDIN    Parêzerê Demîrkiran diyar kirin ku wê li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.