Li Midyadê esnafek mirî hat dîtin 2021-10-05 13:52:15   MÊRDÎN - Li navçeya Midyadê esnafek 53 salî mirî hat dîtin.    Li taxa Estela Midyada Mêrdînê cenazeyê kesek ku bi sîlehê hatiye kuştin hat dîtin. Cenazeyê ku li nêzî Goristana Asrî ya Kibleyê hat dîtin aydê esnafê bi navê Mehmet Salîh Guler (53) e. Cenazeyê kesê mirî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.    Hat zanîn ku li cihê cenazeyê Guler lê hatiye dîtin, di 3’yê hezîranê de cenazeyê lawê wî Fatîh Guler (26) jî li heman cihî mirî hatibû dîtin. Hatibû tespîtkirin ku Fatîh Guler jî bi sîlehê hatibû kuştin.