Derbarê du parêzerên piştevaniya Malbata Şenyaşar kirine de gilî hatiye kirin 2021-10-05 12:27:01 RIIHA - Hat zanîn ku derbarê du parêzerên beşdarî Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a roja 200’emîn bûne gilî hatiye kirin.  Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 211’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Îro ji parêzerên malbatê, Ahmet Atiş beşdarî nobeta malbatê bû.    PANKART JÎ BINÇAV KIRIN E!    Di nobeta edaletê de polîsan pankartê malbatê desteser kiribû. Tevî ku ewqas dem bi ser re derbas bû jî pankart li malbatê nehat zivirandin û hat zanîn ku dozgeriyê derbarê pankart de biryara binçavkirinê derxistiye. Ferît Şenayşar û ji parêzerên malbatê Ahmet Atiş duh çûh serî li dozgeriyê dan ku pankart werbigirin. Lê pankart nedan malbatê.   ‘DERBARÊ DU PARÊZERAN DE LÊPIRSÎN HATIYE DESTPÊKIRIN’    Parêzer Ahmet Atiş anî ziman ku ji roja malbatê dest bi Nobeta Edaletê kiriye vir ve bi astengiyên cûrbicûr re rûbirû dimînin û got: “Tevî astengiyan jî çalakiyê 7 meh li pey xwe hişt. Di roja 200’emîn a çalakiyê de polîsan pankart desteser kiribû. Duh me dîsa serî li dozgeriyê da. Rayedaran ji me re gotin ku lêkolîn li ser pankartê didome û li dosyeyek lêpirsînê de ye. Pişt re me bi dozgerê dozê re hevdîtin pêk anî. Em hîn bûn ku derbarê hevpîşeyên me Bulent Duran û Serdar Tum ku roja 200’emîn piştevaniya çalakiyê kiribûn de ji ber vê piştevaniyê gilî hatiye kirin.”   ‘BILA QANÛN WERIN SEPANDIN’    Atiş destnîşan kir ku pankart ne sûc e û ev pankart bi awayek kêfî nadin malbatê. Atiş anî ziman ku heke qanûnên heyî werin sepandin wê lêgerîna malbatê ya edaletê bi dawî bibe û xwest li tavilê qanûn werin sepandin.