Doza rojnamevan Demîr hat taloqkirin 2021-10-05 12:26:34   ÎZMÎR - Danişîna doza ku rojnamevan Rûken Demîr bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, dîsa hat taloqkirin.    Danişîna 8’emîn a doza ku rojnamevan Rûken Demîr ku bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizadin, li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Danişîna ku Demîr tevlî nebûyî de parêzerê wê Zafer Încîn amade bû. Di danişînê de hat gotin ku ji ber rapora lêkolînê ya materyalên dîjîtal nehatiye wê danişînê bidomînin.    Parêzer Încîn, diyar kir ku ji ber materyalên dîjîtal ne aydê Demîr in wê rapor tu sûdê nede darizandinê û daxwaza beraetê kir. Şandeya dadgehê, daxwaza parêzer red kir, biryara li benda mayîna raporê da û danişîn taloqî 12’ê çileya 2022’an kir.