‘Sûîqestên li Kurdistana Federe perçeyekî konseptekê ne’ 2021-10-05 11:27:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera HDP’ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîş têkildarî sûîqesta ser siyasetmedar Yasîn Bûlût a li Silêmaniya Kurdistana Federe wiha got: “Sûîqest bi hevkariya PDK’ê û MÎT’ê hat kirin. Di çarçoveya konseptekê de dixwazin di sedsala 21’emîn de qirqirina kurdan bigihînin encamekê.”   Dengvedana qetilkirina Yasîn Bulut, ku di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, berdewam dikin. Bulut (64) ê ku di 17’ê Îlonê de ji bo dermankirinê çûbû li Taxa Çarçira ya Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê kuştina Bulut ku endamê “Komîteya Malbatên Şehîdan” bû de, rayedaran di daxuyaniyan de diyarkirin ku cînayet ji aliyê Teşkîlata Îstîxbaratê ya Netewî (MÎT) ya Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Nûnera Hewlêrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nahîde Ermiş êrişa li dijî Bulut û Ferhat Bariş Kondu û geşedanên li herêmê nirxand.   TÊKILIYA PDK’Ê Û MÎT’Ê   Ermîş, êriş wekî berdewama konsepta qirkirina Kurdan pênase kir û wiha got: “Em êrişê wek guleyên li kurdekî azad ê xwedî fikra azadiya kurd hatine barandin dinirxînin. Hinek kesan ev sûîqest ku weke ku MÎT’a Tirk û Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) li Kurdistana Federe li dijî PKKê pêk anîbûn nirxandin. Lê belê, divê mirov vê diyar bike Ferhat Bariş Kondu endamê HDP ye. Ev hevalê me ne xwedî nasnameya PKK ye.”   Ermîş, destnîşan kir ku sûîqesta Bûlût û Kondû di encama polîtîkayên hevpar ên MÎT û PDK’ê ne û wiha berdewam kir: “Divê mirov weke ku MÎT tena serê xwe li Başûrê Kurdistanê van sûîqestan pêk tîne ne nirxîne. Pêkhatina sûîqestan a li Silêmaniyê encama polîtîkayên PDK’ê ye.”   ‘GELÊ ME HELWESTA XWE NÎŞAN DA’   Ermîş, bi bîr xist ku nêzî 2-3 meh in MÎT û PDK li herêma YNK’ê çalakiyên provakatîf pêk tînin û dirêjî da axaftina xwe: “Hewl didin ku YNK’ê perçe bikin û nakokiyan kûr bikin. Di vê çarçoveyê de dixwazin partî, hêzên civakî û bi rêxistin qels bikin û polîtîkayên xwe serdest bikin. Ligel planên eskerî hewl didin bi rêbazên şerê taybet polîtîkayên xwe bimeşînin. Di 10’ê Cotmehê de li Iraqê hilbijartin hene. Têkiliyeke van sûîqestan bi vê ve jî heye. Armanca wan ewe ku berê hêzên kurd bidin hev. Gelê me van armancên qirêj û destên qirêj dizane. Gelê me helwesta xwe li merasîma cenazeyê Yasîn Bûlût nîşan da."   LÎSTIKÊN QIRÊJ    Ermîş, da zanîn ku polîtîkayên MÎT û PDK’ê ne nû ne û wiha pê de çû: “Ev polîtîka êdî li pêş çavên cîhanê tên pêkanîn. Herkes li dijî van polîtîkayan bêdeng e. Cîhan bêdeng e lê hewce nake ku kurd bêdeng bin. Di çarçoveya konseptekê de dixwazin di sedsala 21’emîn de qirqirina kurdan bigihînin encamekê. Tenê ne li Başûr li Rojava û Bakur jî wiha ye. Li ku dera cîhanê be wê li dijî kurdê azad sûîqestên wiha werin pêkanîn. Ji ber vê yekê divê kurd ji bo yekitiya xwe ya netewî ava bikin têbikoşin.”   ‘DIVÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’   Ermîş, qala girîngiya mezinkirina têkoşînê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste gelê kurd û raya giştî ya demokratîk, ciwan û jin ji bo pêşeroja xwe radestî hêzên hevkar nekin, qad û kolanan tijî bikin û biqîrin. Pêwîst e kurd li ser avakirina yekîtiya xwe ya neteweyî bisekinin. Pêwîst e ku eniya berxwedanê were hûnandin û têkoşîna siyasî were mezinkirin. Pêdivî ye ku bi zanebûn tevbigerin, nemaze li dijî lîstikên ku li ser YNK têne lîstin. Pêdivî ye ku em di xala hişmendiyê de vînek kolektîf biafirînin.”   MA / Omer Akin