Foza Yûsif: Şengal rûmeta gelê kurd e 2021-10-05 10:10:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Foza Yûsif li dijî hewldanên PDK`ê yên derbasbûna Şengalê bang li gelê Bakur û Rojhilatê kir ku xwedî li gelê Şengalê derbikevin û got: “Ev hewldan encama tifaqên paşverû yên ku çêbûne. Divê gelê me li dijî van planan xwedî helwest be.”   Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di bin navê hilbijartinan de bi hikumeta Iraqê re hewl dide "Peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêr" li ser Şengalê têxe meriyetê. Tevî ku çalakî û berxwedana gelê Şengalê jî PDK hewl dide hêzeke mezin derbasî Şengalê bike û baregahan ava bike.   Li dijî van hewldanan xelkê Şengalê daketin qadan û rê nadin pêkanîna planên li ser wan hatine çêkirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi daxuyaniyên lezgîn bang li gel kirin, da ku careke din planên PDK’ê yên ji holê rakirina Rêveberiya Xweser têk bibin.   Derbarê vê mijarê de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got: “Parastina vîna gelê me yê Şengalê erkeke neteweyî ye.”   'ÊRIŞÊN PDK`Ê PERÇEBÛNA KURDISTANÊ ERÊ DIKE'   Foza Yûsif di serî de êrişên PDK`ê li ser 7 endamên HPG'ê şermezar kir û got: “Ev êriş destekê dide dewleta Tirk û xizmeta plana qirkirinê ya li ser gelê Kurd dike. Ev êriş dagirkeriya li ser Kurdistanê rewa dike. Ji ber gerîla hêza yekane ye ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk parastinê dike û li dijî qirkirinê li ber xwe dide. Ev êriş li dijî yekitiya neteweyî ye. Perçebûna Kurdistanê erê dike û cesaret dide dijminê gelê Kurd.”   'EV HEWLDAN ENCAMA ÎTÎFAQÊN PAŞVERÛ YE'   Foza Yûsif tekildarî hewldanên PDK’ê yên derbasbûna Şengalê de jî wiha got: “Divê PDK rêz ji vîna Rêveberiya Xweser a Şengalê re bigre. Rêbazên çekdarî wê rê li pêşiya karesateke mezin vedike. Ev hewldanên wiha wê bibe fermaneke nû. Ev hewldan encama itifaqên paşverû yên ku çêbûne ye. Lewma divê em nehêlin ku ev itifaq têkeve meriyetê. Lewma banga me ew e ku divê PDK şaştiyeke wiha stratejîk neke.”   'ROJAVA XWE DI BER ŞENGAL DE BERPIRSYAR DIBÎNE'   Foza Yûsif bibîr xist ku di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de wan gelek qurbanî dane û wiha domand: “Em xwe di ber gelê Şengalê de berpirsiyar dibînin. Wek Rojava em dibêjin Şengal ne bi tenê ye. Parastina vîna gelê me yê Şengalê erka neteweyî ye. Êrişên li ser Şengalê êrişên li ser nirxê neteweyî ye. Rojava li hember vê wê bêdeng nemîne.”   BANGA SEFERBERIYÊ   Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li vîna gelê Şengalê xwedî derbikevin û got: “Şengal rûmeta gelê Kurd e, çawa gelê Rojava li dijî fermana 2014'an rawestiya, niha jî wê li vîna gelê Şengalê xwedî derbikeve û rê nede fermanên nû. Lewma divê em ji bo Şengal seferber bibin û piştgiriya xwe bidin nîşandan. Divê gelê me li dijî planên qirêj xwedan helwest be.”