Berdana girtiyê ku ûr di mejiyê wî de tê astengkirin 2021-10-05 09:11:50 STENBOL - Girtiyê nexweş Atîlla Coşkûn ku ûr di mejiyê wî de heye, înfaza wî temam bûye lê bi hinceta cezayê dîsîplînê nayê berdan.  Piştî "Qanûna Derbarê Guherandina Qanûna Derheqê Înfaza Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê û Hin Qanûnan de" hat guherandin, girtiyên polîtîk ên ku înfaza xwe temam kirine, bi hincetên cur bi cur berdana wan tê astengkirin. Yek ji van girtiyan jî Atîlla Coşkûn ê 35 salî ye ku di Girtîgeha Duzce ya Tîpa T'yê de ye.    Coşkûn ji sala 2015'an ve girtiye û ji ber ku ûr di mejiyê wî de heye di nav lîsteya "girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar" a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Diviya bû Coşkûn 6 meh berê bihata berdan, lê bi hinceta cezayên "dîsîplînê" nayê berdan. Parêzerên wî hewl didin îtiraz bikin.    BERTEKA MALBATÊ   Bav Teyfîk Coşkûn bertek nîşan da. Coşkûn, da zanîn ku kurê wî beriya 2015'an jî 2 sal û nîvan di girtîgehê de maye û got: "Kurê min ji sala 2015'an ve piştî cezayê wî hat pesendkirin di girtîgehê de ye. Li vî welatî heq û hiqûq tune ye."    Bav Coşkûn, bilêv kir ku tenê hefteyê du caran bi telefonê bi kurê xwe re diaxive û ji bo cezayên ku berdana wî asteng kirine jî got: "Îdareya girtîgehê li gor qafê xwe hereket dike. Li girtîgehê gava girtiyek doza heqê xwe bike, hema di cî de cezayê hucreyê dibirin. Gava min ji kurê xwe tu yê bê berdan, 15 roja cezayê hucreyê lê birîn."    ŞERT Û MERCÊN DERMANKIRINÊ   Coşkûn, anî ziman ku ji ber nexweşîna li kurê wî peyda bûye tim serê kurê wî diêşe û kurê wî dikare bi rêbazine baş ên dermankirinê baş bibe, lê ev yek li girtîgehê ne pêkan e. Coşkûn, destnîşan kir ku ji bo nexweşîna kurê wî girantir nebe demildest divê bê dermankirin û got: "Ev nexweşîn, nexweşîneke talûke ye. Gava kurê min ji bo biçe ser bijîşk serlêdanê dike, lê serlêdan û giliyên wî esas nayên girtin. Ew çawa û kengî bixwazin wisa û wê çaxê wî dibin nexweşxaneyê. Li girtîgehê rewşa kurê min qet nebaş e. Niha bi sedan kesên wekî Atîlla di girtîgehê de ne."