Ji girtiyan ji bo midûrê ku got 'Ez Esat Oktayê girtîgehê me': Em jî Mazlûm, Kemal û Hayrî ne 2021-10-05 09:10:34 ÎZMÎR - Girtî Sertaç Kiliçarslan ragihand ku midûrê Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê Haydar Alî Ak ku mehek berê tayinî girtîgehê hatiye kirin gotiye "Ez Esat Oktayê vira me" û got: "Ew Esat Oktay beî em ê jî bibin Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan."  Girtî Sertaş Kiliçarslan ku di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ye, di 28'ê Îlonê de telefonî malbata xwe kir û ragihand ku bi hatina midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak ku mehek berê tayinî girtîgehê hatiye kirin, zext û zorî zêde bûne. Gava Haydar Alî Ak li Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F û li Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F'yê bû jî xeberên îşkenceyê li ser hev dihatin. Ak, gava di 2017'an de li Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê bû, bi îdiaya ku parxanên girtiyekî hatine şikandin û li odeya bisînger hatiye îşkencekirin, bûbû rojev.    ‘MIDÛR HAT ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN'   Kiliçarslan ku ji sala 2006'an ve di Girtîgeha Kiriklarê de ye, ragihand ku zext û zorî pir zêde bûne. Kiliçarslan bi xwişka xwe Nasîhat Kiliçarslan re axivî û ev tişt ragihandin: "Midûrê girtîgehê girtiyan tehrîk dike û bi ev yek jî dibe sedem ku cezayê dîsîplînê li girtiyan bê birîn. Li hemberî girtiyan helwestine nîjadperest û faşîst hene. Hiqûqa dijminatiyê pêk tê. Midûrê girtîgehê çawa hat, ewilî kamera li odeyan û hewadariyê bi cih kir. Em li hemberî van pêkanînan li ber xwe didin. Du hevalên me ji ber ku pêşiya her du kamerayan girtin hatin derbkirin û derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Avêtin ser odeya me. Amûrên me yên taybet, radyoya me, pirtûkên me û ji bo tav li odeyê nexwe perdeyên ku me çêkiribûn birin. Îdareyya girtîgehê dibêje 'perde nahêlin em hundirê odeyan bibînin. YA we kiriye sûc e.' Ji bo kes me nebîne me perde bi cih kirin, em li vir radizên, me qey perde sûc in? Midûrê sirf ji bo bi dizîka me bişopîne perde rakirin."    PÊKANÎNÊN ESAT OKTAY   Sertaç Kiliçarslan ku got "Em van pêkanînên dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nakin" anî ziman ku heya ev pêkanîn bidomin dê têkoşîna wan jî bidoe. Her wiha Kiliçarslan ragihand ku midûr ji wan re gotiye "Ez Esat Oktayê vira me" û got: "Ew Esat Oktay beî em ê jî bibin Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan. Em ê bi têkoşin. Vî midûrî bi taybetî anîne vira. Ger tiştek biqewime berpirsiyar ne girtî, midûr bi xwe ye. Niha em çalakiya xwe bi awayê dengderxistinê, berzkirina dirşmeyan û nameşandinê ya ji saziyan re didomînin."    ‘GUH LI QANÛNAN NAKIN'   Xwişk Nasîhat Kiliçarslan jî anî ziman ku bi zanebûnî Haydar Alî Ak tayinî girtîgehê hatiye kirin û got: "Niha rewşa girtîgehan ji ya salên 80'yî jî xirabtir e. Midûrên îşkencekar guh li qanûnan nakin. Li gor dilê xwe hereket dikin. Heya ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Divê em li ber vê tahdeya li xwişk û birayên me tê kirin xwe li bêdengiyê daneynin. Gelê kurd tu carî xwe li bêdengiyê daneniye. Me di dema grevên birçîbûnê de jî zext û zorî dîtin. Em jin ji ber deriyên girtîgehan neçûn. Em ê cardin wisa bikin û li ber xwe bidin û dawî li van pêkanînan bînin."    ‘EM BIBIN DENGÊ WAN'   Kiliçarslan bang li raya giştî kir û got: "Gel divê bibin dengê girtiyan. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, tên îşkencekirin. Divê em li qadan bin. Tekane parastina girtiyan em in. Gava ew deng derdixin, cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Divê em bibin dengê wan."    Têkildarî îdiayan me telefonî girtîgehê kir, kesî telefon venekir.   MA / Tolga Guney