Ji Platforma ji Biçekkirina Ferdî re Na Sozer: Civakek xeternak tê avakirin 2021-10-05 09:07:28 ÎZMÎR - Endamê Plaftorma ji Biçekkirina Ferdî re Na Tevfîk Fîkret Sozer, diyar kir ku bi rêziknameya nû, civakê ji bo biçekkirinê guncaw dikin û got: “Bi vê yekê civakek xeternak tê avakirin.”  Rêziknameya Derbarê Amûrên Çek, Kêr û Yên Din De ku pêşiya biçakkirina Ferdî vedike, di 11’ê Îlonê de, di Rojnameya Fermî hat weşandin. Bi vê rêziknameya nû re, çarçoveya kesên ku karibin çekên bi rûxsat bigirin hat berfirehkirin. Gelek burokratên ku di saziyên payebilind ên dewlete de dixebitin jî dê karibin bi hêsanî çekên fermî bi kar bînin. Dîsa, kesên sûc kirine, wê tenê heya 5 salan çekên wan ji wan bên girtin. Piştî 5 salan dê cardin çekên wan teslîmî wan bên kirin.    2 HEZAR Û 40 KES HATIN KUŞTIN   Li gorî daneyên sala 2020’an ên Weqfa Umut ku biçekkirina kesan dike rapor, di nava salê de, 3 hezar û 682 bûyerên tundiyê qewimîne û ji sedî 85’ê van bûyeran jî, bi çekan pêk hatine. Di van bûyeran de, herî kêm 2 hezar û 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.    CIVAKEK XETERNAK    Endamê Plaftorma ji Biçekkirina Ferdî re Na ku li herêma Egeyê xebatan bi rêve dibe Tevfîk Fikret Sozer, derbarê guhertina rêziknameya nû de axivî. Sozer, diyar kir ku bi vê rêziknameyê, wê hejmara mirovên bi çekkirî zêde bibin û wiha got: “Bi vê yekê civakek xeternak tê avakirin. Di civakên demokratîk de, cih ji çêkan re tuneye. Lê, li Tirkiye ya ku xwe weke welatek demokratîk dibîne, ji wan welatan e ku biçekkirina ferdî lê pir zêde ye.”    LI DIJÎ PEYMANA NE   Sozer, da zanîn ku burokratên di saziyên dewletê de dixebitin jî, wê di çarçoveya rêziknameyê de xwe bi çek bikin û wiha pê de çû: “Bi vê armanc dikin ku tirsê di nava civakê de belav bikin. Biçekkirina burokratên di nava saziyên dewletê de, li dijî peymanên Tirkiyê yên bi Rêxistinên Bêçekkirina Cîhanê îmze kiriye.  Ev rewş wê herî zêde zilamên li dijî jinan sûc dikin, zêdetir bike. Ev jî dê xetereyek mezin li ser civakê çêbike. Dîsa kesên sûc kirine, wê tenê heya 5 salan çekên wan ji wan bên girtin. Piştî 5 salan dê cardin çekên wan teslîmî wan bên kirin. Bi vê rêziknameyê re, kirîna çekan dê qasî kirîna penêr û nan hêsan bibe. Yanî civakê ji bo biçekkirinê guncaw dikin.”   KAMPANYA JI ÇEKAN RE NA    Sozer, da zanîn ku berpirsê kuştinên pêk bên, kesên ev guhertin pêk anîne û wiha bi dawî kir: “Divê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, tavilê xwe bikin yek û dest bi kampanya ‘Ji biçekkirinê re na’ bikin.”    MA / Hakan Yalçin