Doza 16 xizmên qurbaniyên Roboskî hat taloqkirin 2021-10-04 13:24:24   ŞIRNEX - Danişîna doza 16 kesên ku xizmê wan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn hat taloqkirin.    Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyê ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê 16 xizmên kesên qurbaniyên Roboskiyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Yên tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan amade bûn. Ji ber kêmasiyên ewraqên di dosyeyê de şandeya dadgehê danişîn taloqî 24’ê çileyê a 2022'an kir.