Li Girê Spî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin 2021-10-04 12:49:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantona Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, di şerekê derket de, çeteyekî girêdayî Tirkiyê 3 sivîl birîndar kirin.   Li gorî nûçeya ANHA'yê, çavkaniyên kantona Girê Spî ya ku ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, ragihandin ku çeteyekî Ketîbeya El-Nuxbe li pêş firinekê pirsgirêk derxistiye. Çavkaniyê, diyar kir ku dûre şer derketiye û vî çeteyî gule li 3 welatiyan reşandiye. Çavkaniyê, da zanîn ji ber tunebûna ard, piraniya firinên kantonê hatine rawestandin.   Çavkaniyê, ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe bide, dest nîşan kir ku çeteyê ketîbeya navborî bê ser û ber gule li welatiyên li pêş firinê reşandine û di encamê de 3 sivîl birîndar bûne.    Navê 3 sivîlên birîndar bûn, nehat hînbûn.