Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin 2021-10-03 09:03:18 STENBOL - Rûkiye Akbaba, ku xizma girtiyê nexweş Yûsûf Akbabayê 29 sal in girtiye, got: "Niha divê bê dermankirin, lê mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin."  Girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba (57) ku di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de ye, nexweşîna şekir, tansiyona zêde, qelb û çavan jî di nav de gelek nexweşî pê re hene. Akbaba di 29 salên xwe yên girtîgehê de hea niha li Îzmîr, Sêrt, Bolû, Enqere, Kiriklarelî û Eskîşehîrê di girtîgehan de maye.    Di sala 2005'an de Nexweşxaneya Zanîngeha Îzzet Baysal a Bolûyê ji bo Akbaba gotibû divê ji ber nexweşîna şekir û çavan bê dermankirin, lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) di sala 2006'an de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dabû wî. Xizmên Akbaba, destnîşan kirin ku Akbana nayê dermaankirin.    MAFÊ WÎ YÊ DERMANKIRINÊ TÊ ASTENGKIRIN   Xwarziya Akbaba Rûkiye Akbaba, diyar kir ku gelek nexweşîn li xalê wê peyda bûne, lê belê ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din ve tê sirgûnkirin. Akbaba, anî ziman ku divê xalê wê li gor lîsteya diyetê xwarinê bixwe, lê ne lîsteya diyetê didinê ne jî tê dermankirin. Akbaba, destnîşan kir ku ev nexweşîn hemû li girtîgehê li xalê wê peyde bûne û got: "Piştî hat girtin bi demeke kurt bi nexweşîna şekir ket. Piştî vê gelek nexweşînên din lê peyde bûn. Niha divê bê dermankirin, lê mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin. Rapora wî 'divê bê dermankirin' heye û îmzeya bi dehan bijîşkan li bin heye, lê dîsa jî nayê dermankirin."    NIKARIN GOREYAN JÎ BIŞÎNIN   Akbaba, bibîr xist ku wekî xalê wê bi dehan girtiyên nexweş hene û girtî bi tahdeyeka derûnî re rû bi rû ne. Akbaba, destnîşan kir ku li girtîgehan ji bo binpêkirina vîna girtiyên siyasî, mafên wekî yê tenduristiyê tên binpêkirin û got: "Bi nedayîna dermanan an jî tenê dayîna qutiyekê û nekontrolkirina wan a tenduristiyê, tahdeyeke derûnî tê kirin. Girtiyên nexweş ji paş de kelemçe dikin û wan bi vî awayî dibin nexweşxaneyê. Jixwe di dest wan de ne, dê nikaribin bi cihekî ve jî birevin. Îja ev çi ye? Mesela gava em kincekî dişînin, ancax 2 meh şûn de didin wan. Em nikarin du meh û nîvan carekê cotek gore bişînin."    MAFÊ TELEFONÊ TÊ ASTENGKIRIN   Akbaba, anî ziman ku girtîgeh nahêle xalê wê bi telefonê pirsgirêkên li girtîgehê ragihîne û got: "Gava radigihîne telefon tê girtin. Lê bi qasî ku em dibînin ev zext û zorî bi taybetî ji bo girtiyên siyasî ye. Bi van pêkanînan dixwazin bibêjin 'hûn bi saxî û mirî di dest me de ne.'"    BANGAWAZÎ   Akbaba, diyar kir ku dê tim li ber polîtîkaya girtîgehê rabin û got: "Bila kes netirse, her kes dengê xwe bilind bike. Heya ku em dengê xwe bilind nekin dê bibêjin ev ditirsin. Ê li wir xalê min e, ez neaxivim dê kî biaxive. Divê xwedî li hemû girtiyan bê derketin."    Akbaba, destnîşan kir ku divê dewlet vê polîtîkaya xwe ya girtîgehan biguherîne ûg ot: "Li girtîgehê qanûn pêk nayên. Ev polîtîkayeke dewletê ye."