ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN 2021-10-03 09:00:32 * Omer Ocalanê HDP'î diyar kir ku ji bo meseleya kurdî li ser esasekî demokratîk bê çareserkirin her kes îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike û got: "Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî biaxive."  * Hin daneyên hevdîtina Soçiyê diyar dibin. Tê gotin ku Erdogan ji Rûsyayê bi dilekî nerihet vegeriyaye û vê carê berê dûmena xwe daye hevdîtina 30'yê Cotmehê ya bi Serokê DYA'yê Joe Bîden re.    * Mehmet Kûrhan ê 66 salî ku 30 salan di girtîgehê de ma, destnîşan kir ku heke vîneke xurt nebe kes nikare ev qas sal di girtîgehê de bijî û got: “Heke îdiaya te mezin be wê berxwedana te jî mezin be. Ev pêbawerî û girêdana îdiaya te ye. Dema ev xurt be vîn jî xurt dibe.”   * Rûkiye Akbaba, ku xizma girtiyê nexweş Yûsûf Akbabayê 29 sal in girtiye, got: "Niha divê bê dermankirin, lê mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin."    * Bihabûna fiyetên zebze û fêkiyan, bandor li esnafên halê jî kir. Esnafên Hala Zebze ya Wanê anîn ziman ku wan û krîzê bi qirika hev girtiye û esnaf Emre Yermen jî got: "Nanê feqîran pîvaza hişk û petat bûn, lê êdî nikarin wan jî bistînin."    * Kooperatîfa Hilberînê ya Çandiniyê ya Kîbeleyê ku sê sal berê bi keda du jinan hat avakirin, niha 50 jin lê dixebitin. Ji damezrînerên kooperatîfê Fatma Taş, diyar kir ku bi 3 çewal zebze dest bi kar kirine û niha hewl didin kooperatîfa xwe ya mezaxêriyê jî vekin.    * Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Guleseren Yolerî, ragihand ku ji bo 2 penaberên tê îdiakirin eskeran ew avêtine Çemê Merîçê serî li komeleya wan hatiye dayîn û ji bo aqûbeta penaberên winda tu hewldaneke saziyên fermî tune ye.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 209’emîn de berdewam bike.   * ATÛAY-DER, wê li Edeneyê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Şîrîn Muzîkholê li dar bixe. (12.00)   * MED-DER, wê li Amedê li avahiya xwe panela bi navê “Zarok û Ziman” li dar bixe. (15.00)