Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot 2021-10-02 16:17:01   AMED - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de vegot û wiha got: “Di Girtîgeha Jinan a Amedê de, kamera danîne pêşberî serşoyê. Me ev ji rêveberiya girtîgehê re ragihand, gotin ‘biçin gilî bikin.’ Me gilî kir vê carê jî gotin ‘di rêziknameyê de heye.’”   Di panela “Weke dewletek ceza, girtîgehên li Tirkiyê: Derfet û Bêderfetî” ya ji aliyê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), li oteleke navçeya Yenîşehîr a Amedê hat lidarxistin de, Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû mijara “Binpêkirin û polîtîkayên girtîgehê yên dewletê” pêşkêş kir.    Gergerlîoglû, diyar kir ku li Tirkiyê, di girtîgehan de binpêkirinên mezin tên jiyîn û wiha axivî: “Kapasîteya girtîgehan 250 hezare, lê hejmara girtiyan ji vê zêdetire. Ev hejmar bûye 300 hezar. Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê, girtîgehên nû tên çêkirin. Di demên pêş de, dibe ku ev hejmar derkeve 500 hezar girtiyan. Ji bo ku ev rewş neyê jiyîn, divê hemû beşên muxalîf bêjin êdî bese. Em çûn Girtîgeha Jinan a Amedê. Jinên girtî gotin, kamera danîne pêşberî serşoya wan. Hemû şerim dikin. Me ev ji rêveberiya girtîgehê re ragihand, gotin ‘biçin gilî bikin.’ Me gilî kir vê carê jî gotin ‘di rêziknameyê de heye.’ Me ev hemû derbasî raporên xwe kirin.”      Panel piştî axaftina Gergerlîoglû, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.