Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin 2021-10-02 15:13:45   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, daxwaz kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku gelek nexweşiyên wî hene û rewşa wî giran e demildest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi armanca ku balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, li pêş Sumerbanka Berê ya navçeya Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Bêdeng nebe, nebe hevparê sûc. Dimirin" û "Girtiyên nexweş ên giran dimirin. Bêdeng nebe" hatin vekirin.    Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û bi bîr xist ku Ozkan di sala 1996'an de li ser daxuyaniyên 2 îttîrafkaran hatiye girtin û wiha got: "Herî dawî di 16'ê îlonê de bi SEGBÎS'ê tevlî danişîneke xwe ya ku li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê hatibû dîtin bûbû û ji ber ku nebihîstibû û pirsgirêkên têgihiştinê jiyabû parastina xwe nekiribû. Rexmî ku temenê wî mezin û rewşa wî giran e jî nehatibû berdan. 25 sal in girtî ye nexweşiyên wî yên mîna dil, tansiyona bilind, guatra bijehr û helandina hestî, gurçik û qirêkê hene. Kila winda dike û di dîtin û bihistîna wî de kêmbûneke zêde heye. Bîra wî jî têk çûye. Nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bibersivîne. Heta niha 5 caran qrîza dil derbas kiriye û 4 caran anjiyo bûye. Em weke parastvanên mafên mirovan bang li rayedaran dikin û dibêjin ku tiştek bê serê Ozkan berpirsyarê vê hûn in û bila demildest Ozkan bê berdan."