Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye 2021-10-02 14:54:10 EDENE - Girtiyê di laşê wî de, parçeyên şerapnelê hene Abdulkadîr Baybars ê 4 salin di hucreya yek kesî de tê girtin, ji bo ku tecrîda li ser wî bi dawî bibe 13 rojin di greva birçîbûnê de ye.    Girtiyê nexweş Abdulkadîr Baybars ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimîne, ji bo ku ji hucreya yek kesî ya ku 4 salin lê tê girtin derbikeve, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye. Parêzer Tugay Bek ê duh bi Baybars re hevdîtin kir, diyar kir ku Baybars bi awayekî bêhiqûq 4 salin di hucreya yek kesî de tê girtin û li dijî vê bêhiqûqiyê herî dawî neçar ma ye ku dest bi greva birçîbûnê bike. Baybars, di hevdîtina parêzer de, ev agahî derbarê rewşa xwe de da: “Ez di greva birçîbûnê de me û tenê avê vedixwim. Ez dixwazim, ji hucreya yek kesî derkevim. Dixwazim ev tecrîd û îzolasyon, êdî bi dawî bibe.”   WÊ SERLÊDAN BIKIN    Bek, derbarê Baybars de ev agahî dan: “Baybars, di sala 2018’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di dema qedexeyên derketina kolanan de bi birîndarî tê girtin û cezayê wî ji aliyê dadgeha bilind ve tê erêkirin. Ji bo ku Baybars ji hucreyê bê derxistin emê di 4’ê Cotmehê de, serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bidin. Ligel ku tu biryareke dadgehê tuneye jî, Baybars 4 salin di hucreyê de tê girtin. Ev bêhiqûqiye.”   'DIVÊ BÊ DERMANKIRIN’   Resmiye Baybars a li ser rewşa kurê xwe ji ajansa me re axivî, wiha got: “Fikarên me derbarê jiyana wî de hene. Li tenişta dilê kurê min û di destê wî yê rastê de, parçeyên şerapnelê hene. Lê kurê min nayê darmankirin. Kurê min bi telefonê li min geriya. Got heya ku ji hucreya yek kesî de neyê derxistin, ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bike. Ez dixwazin vê daxwaza kurê min bi cih bînin.”