Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin 2021-10-02 13:58:55 AMED - Prof. Dr. Umît Bîçer ê di panela girtîgehan a li Amedê hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku Saziyên Tipa Edlî (ATK) ên raporan ji bo girtiyên nexweş amade dikin, bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin.  Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), li oteleke navçeya Yenîşehîr a Amedê, panela bi ser navê “Weke dewletek ceza, girtîgehên li Tirkiyê: Derfet û Bêderfetî” li dar xistin.    Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya moderatoriya panêlê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, endamê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Cengîz Yureklî û Sekretera Giştî ya OHD’ê Parêzer Rengîn Ergul weke axaftvan beşdarî panele bûn.    Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Semra Guzel, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, rêveberiyên her du partiyan, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî panelê bûn.    Moderator Emîne Kaya axaftina vekirinê kir û wiha got: “Weke ku tê zanîn girtî rastî binpêkirina mafên giran tên. Ji ber vê sedemê em panela xwe li dar dixin.”   ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN CIDÎ HENE’   Sekretera Giştî ya OHD’ê Parêzer Rengîn Ergul, bal kişand ser girtîgehên li Tirkiyê û wiha axivî: “Li van girtîgehan pêkanînên giran ên dij mirovahiyê hene. Qanûnên li Tirkiyê, mafên hêviyê yên girtiyan asteng dikin. Niha pirsgireke ya weke qanûna înfazê heye. Girtiyên ku cezayên wan diqedin nayin berdan. Girtiyên cezayê muebetê li wan hatine birîn heta hetayê di girtîgehan de dimînin. Ev qanûn mafên hêviyê yên girtiyan ji dest wan derdixin. Piştî ku Abdullah Ocalan di sala 1999’an de hat girtin, li şûna qanûna cezayê darvekirinê, qanûna muebeta giran anîn. Ev qanûna dijminantiyê ye. Ji roja ku komar hatiye avakirin û vir ve li dijî Kurdan hiqûqa dijminantiyê tê birêve birin.”   REWŞA ATK’Ê   Prof. Dr. Umît Bîçer, dûre darbarê mijara “Girtiyên nexweş û rejîma edaletê” de axivî. Bîçer, anî ziman ku divê li dijî bipêkirinên ku girtî dijin, ew dengên xwe bilindtir bikin û wiha got: “Di warê rewşa girtiyên nexweş de rol û rista medyayê pir girînge. Heya ku em rejîma edaletê ne nirxînin, em ê nekarin ATK’ê bidin nîqaş kirin. Saziyên Tipa Edlî (ATK) ên raporan ji bo girtiyên nexweş amade dikin, bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin. Di girtîgehan de xizmeta tenduristiyê bi awayekê baş nayê kirin. Girtiyên ku divê li nexweşxanê bên razandin rastî muameleyên xirab û rûmet şikandinê tên. Dema ku maf tê gotin, divê mafê her kesî/ê bê naskirin.