Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê 2021-10-02 11:17:04   AMED - Pirtûka Ayhan Erkmen "Çîrokên Serhedê", ji Gunce Yayin’ê derket. Çîrokên di berhemê de raborî, xweza û mirovên Qersê vedibêje. Mirovên van çîrokan bixwînin wê bibînin ku sendelîyek ne tenê dar û texte ye, berf ne tenê cûreyekî barînê ye, hesp ne tenê wesayiteke bar e...   Pirtûka Ayhan Erkmen a bi navê "Çîrokên Serhedê" bi zimanê Kurdî û Tirkî ji weşanxaneya Gunce Yayin'ê derket. Çîrokên di berhemê de ne çîrokên gelêrî, rasterast çîrokên ji bîra nivîskar in. Ji ber nivîskar çîrokbêj e û serwextê wêje û dîroka devkî ye, di çîrokên xwe de nahêle têkiliya di navbera cih û mirovan de qut bibe. Di pêşgotina pirtûkê de serpêhatiya xwe ya bi çîrok û çîrokbêjiyê re wiha dinivîse:    'ÇÎROKBÊJEKE PÎR DI DILÊ MIN DE RÛNIŞTIYE'   “Zarokatiya min bi çîrokên efsûnî derbas bû. Dem hat, îja ez bi pey çîrokan ketim, li zarokatiya xwe geriyam û di vê serencamê de xwe dijiyam. Ne bi tenê yên bihîstî, dibe ku yên qedereke lal dijiyan jî hebûn û hewce bû ez bibûma zimanên wan. Ez wisa hîs dikim ku çîrokbêjeke pîr di nav dilê min de rûniştiye ez bi wê re guhdar dikim çîrokên mirovan û şahidiyên wan; dema ku van serpêhatiyan vedibêjim jî bi hevokên wê ve tînim ziman. Ez dixwazim bi saya wê çîrokbêja pîr di navbera duh û îro de xalîçekî reng bi reng lidarxim.”    ÇÎROKA DESTEBIRAYAN: ZEZÊ Û KAKAS   Di berhemê de 16 çîrok hene ku ev çîrokên raborî, xweza û mirovên Qersê ne. Ji ber nivîskar bi xwe jî ji vî bajarî ye û rêwîtiya wî ya çîrokbêjiyê li vî bajarê qedîm derbas dibe serwextê ziman, têkiliya di navbera mirovan de, şert û zirûfên xwezayê û bandora wê li ser kesayetiyê ye. Lewma jî çîroka Zezê û Kakas ku diyar e wêneyê bergê jî çavkaniya xwe ji vê çîrokê girtiye hemû hesletên vî bajarî û mirovên wê vedibêje. Têkiliya di navbera Zezê û Kakas de, ji têkiliya di navbera du destebirayan xurtir e. Kakas ê ku hişkehola bûye, dema çavê wê bi çavê Zezê dikeve bi xwe ve tê û dibe hespekî wisa ku hemû der û cîran bi navê wê dihesin.   “Di zarokatiyê de me bi tenê navên qehremanên destanan jiber nedikir, di heman demê de me navên hespên wan jî ji ber dikirin. Navê hespê Rustemê Zal Rexşê Belek bû, yê Dewrêşê Evdî Hedwan, ê Cembelî Xemrevîn, ê Ferzende Beg Eznawir bû. Ez ji wan yekî zêde dikim, navê hespê Zezêyê qehremanê çîroka min jî Kakas e. Şêst û pênc salan şûnde dema ku Apê Zezê behsa Kakas kir, kelogirî bû, zimanê wî negeriya, giriya. Çawa dibû ku mirovekî bi şêst û pênc salan heznîtiya hespekî dikişand?”   SENDELÎ NE TENÊ DAR Û TEXT E!   Di berhemê de Erkmen bi çîrokan re cih daye berhemên wênesaz Hîlal Korkmaz Karahancî û Rebwar K. Tahîr û wêneyên wênekêş Bîrkan Çelîk jî. Wisa diyar e "Çîrokên Serhedê" yên Ayhan Erkmen wê nêrîn û têkiliya gelek xwîneran a bi derdorê re biguherîne. Mirov bi vê berhemê baştir fêm dike ku her alavek, her giyanewerek parçeyekî ji çand, dîrok, bîr û baweriya civakê ye. Sendelîyek ne tenê dar û texte ye, berf ne tenê cûreyekî barînê ye, hesp ne tenê wesayiteke bar e…   AYHAN ERKMEN KÎ YE?    Ayhan Erkmen, di sala 1973’yan de li Bazarcixa Dîgorê ku bi ser Qersê ve ye ji dayik bû. Berhemên xwe yên wêjeyî bi zimanê kurdî û tirkî dinivîse. Di rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê de qunciknivîs e û belgefilmeke dîroka devkî ku ji 25 beşan pêk tê li ser Êzidîyan amade kiriye. Ayhan Erkmen ê ku çîrokbêj e berê jî berhemên wî yên bi navê "Edo Dêran" û "Şev û Deng" hatibûn çap kirin.   MA / Abdurrahman Gok