Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest 2021-10-02 11:16:36 NAVENDA NÛÇEYAN- Nezîra Gewriye ya di nava şandeya hevdîtinên li Moskova û Washingtonê de cih girt, diyar kir ku wan ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê piştgirî xwestin. Şandeyek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser pêk tê, di heftiya derbas bûyî de, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê hin hevdîtin girîng pêk anî. Şandeyê, di 30'ê Îlonê de, bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Jêrîn Joey Hood û Berpirsê Dosya Sûriyeyê Ethan Goldrich re hevdîtin kir.    Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê ya di şandeyê de cih girt, derbarê hevdîtin kirin de, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî.    Nezîra Gewriye, diyar kir ku wan li DYA bi hin senatorên komarparêz û demokrat re hevdîtinên girîng kirin û wiha axivî: "Me hevdîtinên pir girîng kirin. Hevdîtin bi giştî baş bûn. Şandeya me têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên li pêş Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî, ewlehî û aboriyê ve agahdar kir. Kesayetên ji kongre û senatoya Amerîkayê yên me bi wan re hevdîtin kiriye helwesteke erênî nîşan dan. Her wiha hevdîtinên girîng ên di asteke payebilind de pêk hatin.”   WÊ PIŞTGIRIYA XWE DEWAM BIKE   Gewriyê, anî ziman ku di hevdîtinan de guhertina siyaseta Amerîkayê ferq kirine û got: “Rayedaran gotin ku wê piştgiriya QSD`ê û alîkariyên mirovî ji bo herêmê dewam bikin. Derbarê şerê li dijî DAIŞ`ê û têkoşîna li dijî terorê de jî wê destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk dewam bikin.”   Gewriyê, balkişand ser peyamên sereke ku dane rayedaran  û got: “Me peyam da ku ji bo çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê divê bi garantiya hêzên aktîv di dosya Sûriyê de yên wekî Rûsya û Amerîka diyalog pêşbikevin û piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser ku projeya herî baş ya tevahî Sûriyê ye.”   'BI HÊVÎ NE KU GAVÊN ERÊNÎ BÊN AVETIN'   Nezîra Gewriyê, destnîşan kir ku ji bo aramiya herêmê divê hemû netewe li derdora sîstema xwe kom bibin û got: “Hêviyên me ew in ku ji bo berjwendiyên herêmê gavên erênî bên avêtin. Ya herî girîng ew e ku herêmên me di aramiyê de bimînin. Ji bo wê divê hemû netewe li derdora Rêveberiya xwe kom bibin û piştgiriyê bidin QSD`ê. Ji bo aramiyeke mayînde li ser axa Sûriyê ye divê em hemû alî ji bo çareseriya li herêmê xwe berpirsyar bibînin.”