Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin 2021-10-02 10:13:23 ÎZMÎR - Mûstafa Akan ku li Girtîgeha Jimara 2 a Tîpa T a Şakranê girtî ye û gelek nexweşiyên wî hene, ji ber ku "poşmaniyê" qebûl nekir înfaza wî hat şewitandin. Mûstafa Askan (33) ku li Girtîgeha Jimara 2 a Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê girtî ye û gelek nexweşiyên wî hene, rexmî ku dema wî ya înfazê temam bûye jî nayê berdan. Akan, di sala 2014'an de li Amedê hat girtin û di encama darizandinê de di sala 2016'an de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Akan, di sala 2017'an de ji Amedê sewqî Girtîgeha Jimara 2 a Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê hat kirin û ji ber ku ferzkirina "poşmaniyê" ya Komîsyona Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgeha Şakranê qebûl nekir înfaza wî hat şewitandin. Akan ku 7 sal in girtî ye diviya ku beriya 6 mehan bihata berdan lê ji ber ku înfaza wî hatiye şewitandin nayê berdan.     'NEBIRIN NEXWEŞXANEYÊ'    Akan, di axaftina xwe ya telefonê de ji dayika xwe Halîde Akan re ragihand ku êdî bi zorê milê xwe yê rastê bi kar tîne, çavê wî yê rastê baş nabîne û guhê wî yê rastê xweş nabihîze. Akan, ragihand ku êdî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê nayên tehemûlkirin, wî rakirine revîrê, bijîk jê re gotiye ku divê teqez tedawî bibe û rexmî ku sewqa wî ya nexweşxaneyê heye jî rêveberiya girtîgehê wî nabe nexweşxaneyê.    'BÊHIQÛQIYÊ BI DAWÎ BIKIN'    Kekê Mûstafa Akan Nûrettîn Akan, diyar kir ku tu wateyê nadin bernedana birayê xwe û bi pergaleke darazê ya siyasî re rû bi rû ne û wiha got: "Ji ber ku ferzkirina "poşmaniyê" ya rêveberiya girtîgehê qebûl nake birayê min nayê berdan. Dewleteke hiqûqê ya wiha dibe? Rexmî ku birayê min cezayê xwe qedandiye jî nayê berdan. Pirsgirêkên tenduristiyê yên birayê min her ku diçe giran dibin. Em ji jiyana wî fikaran dikin. Divê demildest birayê min bê berdan û bêhiqûqiya li dijî wî bê bidawîkirin."    Akan, diyar kir ku ji bo berdana birayê xwe wê serî li saziyên eleqedar bidin.    MA / Hakan Yalçın