Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê 2021-10-01 21:15:57   ŞIRNEX- Malbata xebatkarê paqijiyê Tahir Akin ku di sala 2016'an de hatibû îxrackirin û îro jiyana xwe ji dest da, ji şaredariyê kemçe xwest lê belê qeyûm kemçe neda malbatê.    Li navçeya Hezex a Şirnexê xebatkarê şaredariyê Tahir Akin ê 60 salî di sala 2016'an de piştî qeyûm tayinî şaredariya HDP'î hatibû kirin hatibû îxrackirin. Akin, di 5'ê Îlonê de qeyrana dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat dermankirin. Akin, îro danê êvarî jiyana xwe ji dest da. Malbatê ji bo kolandina gorê ji şaredariyê kemçe xwest, lê qeyûm kemçe neda malbatê.   Qeyûm Refîk Ozsoy ji malbarê re gotiye: "Kemçeyeke me ya ku em bidin kesekî ji şaredariyê hatibe îxrackirin tune ye."    Piştî vê malbata Akin, ji kîsê xwe kemçe kirê kir û li cenazeyê Akin li Goristana Şêx Hesen a Hezexê defin kir.