Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn 2021-10-01 18:24:02   COLEMÊRG – Doza KCK'ê ya Geverê ku Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar jî di nav de 29 kes dihatin darizandin, bi dawî bû. Dadgehê 17 sal û 6 meh ceza li Hevşaredar Yaşarê birî û li kesên din jî di navbera 8 û 17 salan de ceza birî.    Danişîna biryarê ya Doza KCK'ê ya Geverê ku evşaredara Geverê Remziye Yaşar ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin jî di nav de 29 kes dihatin darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Colemêrgê hat lidarxistin. Hevşaredara Yaşar li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Di dema danişînê de polîsan dora Edliyeya Coelmêrgê dorpêç kirin û nehiştin kesên xwestin danişînên bişopînin têkevin hundir. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û 30 parêzerên kesên hatin darizandin tevli danişînê bûn.    17 SAL Û 6 MEH CEZA LI HEVŞAREDAR YAŞARÊ HAT BIRÎN   Piştî darizandnê dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 17 sal û 6 meh ceza li Remziye Yaşar, Vahît Şahînoglû û Mehmet Çapraz birî. Her wiha dadgehê biryar da ku girtîbûna Yaşar û Şahînoglû bidome û derbarê Mehmet Çapraz de jî biryara girtinê da.   CEZA LI 27 KESAN HAT BIRÎN   Dadgehê li Tacettin Safali, Yilmaz Guneylî, Yilmaz Gozyan, Abîdîn Enîş, Naîf Oztekîn, Nazîf Ataman, Necîp Çapraz, Arîf Karay, Sabrî Tumen, Abdulkerîm Akdogan, Songul Ogmen, Suleyman Sabrî Mavî, Abdulhalîk Ozdel, Metîn Yaşar, Muhyettîn Onal, Nahîde Yildiz Pûlat, Hurşît Altekîn, M. Emîn Seven, Husnu Beşer, Abdulmenaf Duzencî, Abdûrahman Gemîcîoglû, Rûken Yetîşkîn, Cemîl Bor, Husnu Bûlgan, Seracettîn Firat, Ahmet Oner û Reşit Orbey jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh ceza birî.    Dadgehê derbarê 27 kesan de şertê kontrola edlî da.