‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’ 2021-10-01 15:17:18 MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Şaredariya Mîdyadê yên HDP’î, pêkanînên şaredarê AKP’î şermezar kirin û civîn terk kirin.  Meclîsa Şaredariya Midyadê ya Mêrdînê, ji bo civîna mehane ya hevdîtinên budçeyê kom bû. Di civînê de Şaredarê AKP’î Veysî Şahîn xwest ku mijarên ewil di rojevê de cih nedigirtin, pêşkeşî dengdayînê bike. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî jî li dijî vê yekê derketin û civîn terk kirin.    Endamên Meclîsê pişt re li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mîdyadê daxuyanî dan.     DESTÛR AXAFTINA HDP'IYAN NEHATIYE DAYÎN    Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP’yî Alî Baglam, diyar kir ku Şaredar Veysî Şahîn pêkanînên bêhiqûqî pêk tîne û hewl dide vîna HDP’iyan tune hesibîne. Baglam, da zanîn ku Şahîn xwest mijarên derveyî rojevê bîne Meclîsê, hewl daye pêşkeşî dengdayînê bike û destûr nedane ew ser rojevan biaxivin.     MECLÎS TERK KIRIN   Baglam, bi lêv kir ku ji bo ku nebin şirîkê bêhiqûqiyê Meclîs terk kirin û wiha got: “Em ê ji niha û şunde jî li gorî pêdiviyên gelê Mîdyadê tevbigerin. Ji bo ku em ji vê bêhiqûqiyê re bêjin bes em ê hewl bidin. Şaredarekî ku vîna me nas neke heye. Kesên ku vîna me nasnekin em jî nas nakin.”