36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn 2021-10-01 15:04:21   WAN - Hasan Bedîr C., ê li navçeya Rêya Armûşê tacawîzî zarokekê kiribû, di doza jê dihat darizandin de 36 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, zilamê bi navê Hasan Bedîr C., di 12’ê Mijdara 2019’an de, tecawîzê zarokekê kiribû. Danişîna biryarê ya doza derbarê tecawîzkar Bedir C. de hatibû vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ebrû Demîrtepe û parêzerê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî beşdarî danişînê bûn. Tecawîzkar Hasan Bedir C., ji girtîgehê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    36 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ   Bersûc Hasan Bedîr C., li dijî mutalaya dozger parastin kir û di parastina kir de îfadeyên xwe yên berê dubare kirin. Bedîr C., piştî parastinê daxwaza berdana xwe kir. Şandeya dadgehê piştî parastina tecawîzkar biryara xwe aşkere kir. Dadgehê, ji ber sûcdariya “tecawizî zarok kirin” û “Mehrûmkirina azadiyê ya bi bikaranîna hêz, gef an xapandinê” 36 sala cezayê girtîgehê li tecawîzkar Hasan Bedîr C., birî.