Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan 2021-10-01 13:52:37   ÇEWLIG - Ozge û Prenses Gurdegîr ên li Çewligê di serdegirtina malê de hatibûn girtin, ji girtîgehê hatin berdan.    Li Çewligê leşkeran di 29-30’yê tebaxê de avêtibû ser gundê Kadîmadrakê û Ozge û Prenses Gurdegîr bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” girtibûn. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Çewligê nirxandina mehane ji bo dosyeya wan kir û biryara berdana her du kesan hat dayîn. Bi biryara berdanê re her du kes ji Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M derketin.