ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-01 09:00:25 * Dê di 10'ê Cotmehê de li Iraqa ku di nav pençikên mudaxileyên derve, êrişên DAIŞ'ê, nakokiyên şiî-suniyan û qeyrana civakî de ye, hilbijartina pêşwext çêbibe. Dê 109 partiyên siyasî û gelek namzetên serbixwe tevli vê hilbijartinê bibin. Lê belê dîsa jî bêhêvîtiyek heye ku dê Iraq piştî vê hilbijartinê jî istiqrarekê bi dest nexe.  * Nûnera Qada Tematîk a Muebeda Giran a CÎSST'ê Ezgî Yûsûfoglû, diyar kir ku ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê bên raporkirin û ji holê bên rakirin divê CPT biçe girtîgehê.    * Mûstafa Kûrt, kurê Abdulkadîr Kûrt ê ku li Qereqola Tepê ya Bismilê bi tecawizkirina bi copan jiyana xwe ji dest da û piştî 29 salan AYM'ê derbarê kuştina wî de biryara binpêkirinê da, anî ziman ku dê dev ji dozê bernedin û serî li DMME'yê bidin.    * Hamdîn Demîrkiran (51) ku bi hincetên siyasî cezayê muebedê lê hatiye birîn û 30 sal in di girtîgehê de ye, diviyabû di 23'yê Îlonê de bihata berdan, lê belê bi hinceta cezayê dîsîplînê înfaza wî hat taloqkirin.    * Birîndarê Komkujiya Pirsûsê û Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu ku li ber Edliyeya Rihayê malbata Şenyaşarê ziyaret kir, anî ziman ku pêdivî pê heye ku têkoşîna malbata Şenyaşarê û têkoşîna malbatên Pirsîsê bên yekkirin.    * Li gundê Beynatê yê Farqînê, 3 zarokên malbata Orakçi ji ber nebûna serwîsê her roj, didin ser rêyeke talûke. Her sê zarok her roj bi kelekê derbasî wî aliyê pengava bendavê dibin.   * Hatibû tespîtkirin ku qeyûm li Mêrdînê daweta "keça xwe ya manewî" Merve Erciyas Çatal ji qaseya şaredariyê li dar xistiye. Lê vê carê derket holê ku piştî "keça manewî" ji peywirê hat girtin li Walîtiya Çorûmê û "kurê manewî" yê qeyûm jî Bûrak Bahadir Tûzlû jî li Wezareta Ciwanan û Werzîşê hatine peywirdarkirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 207’emîn de berdewam bike.    * DÎSK wê li navenda xwe ya giştî bi civîna çapemeniyê bernameya têkoşînê eşkere bike. (11.00)   * Desteya Giştî ya Meclîsê wê dest bi 5'emîn a Sala Qanûndanînê ya Serdema 27'emîn bike û bi rojeva taybet bicive. (14.00)   * Komeleya Şopandina Koçberiyê û Lêkolînê ya Mezopotamya wê ji bo şûnwarên dîrokî ku hatine talankirin pêşengeha wêneyan veke. (18.00)