Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin 2021-09-30 19:15:53   ÊLIH - Dilvîn Can ku li Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji Goristana Bêkesan hat girtin û bi awayekî girseyî hat definkirin.    Endama YJA STAR'ê Dilvîn Can ku di 16'ê Îlona 2019'an de li navçeya Hawêl a Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Asrî ya Êlihê hat definkirin. Rayedaran di 1'ê Hezîrana 2021'ê de telefonî malbatê kir û ji malbatê xwestin ji bo DNA'yê xwînê bidin. Piştî vê malbat di 2'yê Hezîranê de çû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê û xwîn da.    POLÎSAN KEMÇE NEDA   Duh, haya malbatê pê hat xistin ku testên DNA'yê li hev derketine. Piştî vê malbat xwest cenazeyê Canê yê li qisma gorên bêkesan a Goristana Zevyeyê hatibû veşartin wergire. Malbatê kemçe xwest, lê polîsan ji malbatê re got "Hûn bi xwe derxin, bila 3 kes biçin." Piştî biryara dozgeriyê hat nîşandan kemçe dan malbatê.    RAGEŞÎ   Malbatê cenaze wergirt û bir Êlihê. Ji xeynî ferdên malbatê bi sedan kes cenaze anîn goristanê. Polîsan diyar kir ku ji xeynî malbatê divê kes tevli karê definkirinê nebe. Girseyê ev yek qebûl nekir û ji ber vê di navbera girseyê û polîsan de rageşiyek çêbû. Piştî rageşiyê qismek girseyê ket goristanê û qismek jê jî li ber deriyê goristanê ma. Polîsan li ber deriyê goristanê nasname kontrol kirin. Jinan cenazeyê Canê heya cihê gorê anîn û piştî wecîbeyên dînî cenaze hat definkirin.    MEŞEKE GIRSEYÎ   Piştî kar û barên definkirinê girseya li goristanê û yya li ber goristanê bi hev re dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kirin. Piştî her du girse gihaştin hev hejmara zêde bû. Girse heya ber mala malbatê meşiya. Di meşê de malbatê got "Ez dêya şehîda me, ez dêya Dilvîn im, ez natirsim." Li ber malê jî wêneyên Canê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.