Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2021-09-30 16:04:54   STENBOL - Danişîna doza Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Fîncanci, Nûnerê Rêxistina RSF’a Tirkiyeyê Erol Onderoglû û nivîskar Azîz Nesîn ên ji ber Gerînendetiya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin, hat taloqkirin.    Danişîna doza ewil a Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû û nivîskar Ahmet Nesîn ku ji ber Gerînendetiya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Fîncanci, Onderoglû û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Ahmet Nesîn ji ber li derveyî welat e nikaribû beşdarî danişînê bibe.   Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de Onderoglû û Fîncanci, beyanên xwe yên beriya niha dubare kirin. Parêzerê Fîncanci, Merîç Eyupoglû diyar kir ku xerakirina biryara beraetê ya dadgeha îstînafê xelet e û xwest ku sedemên ku ji bo xerakirinê hatine nîşandan bên temamkirin.      DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Şandeya Dadgehê, ji bo parastina Ahmet Nesîn ê beşdarî danişînê nebû bê wergirtin, biryar da ku ji navnîşanên wî yên derveyî welat re ferman were şandin û rojnamevan Înan Kizilkaya ê ji ber bi vîrûsa koronayê ketiye nikaribû tevlî danişînê bibe, di danişîneke din amade bibe. Dadgehê danişîn taloqî 1’ê Sibata 2022’yan kir.