Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-09-30 15:32:21   ÊLIH - Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Devran Yildiz bertek nişanî birîndarkirina Sûat Şahîn a ji aliyê polîsan ve da û bi lêv kir ku derbarê Şahîn de ji sûcê “Ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye” lêpirsîn hatiye vekirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, têkildarî Sûat Şahîn ê bi guleyên polîsan birîndar bûbû, bi malbata wî re li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Devran Yildiz axivî. Yildiz, diyar kir ku dema Şahîn bi kuçikê xwe re di kolanê de derbas bûye, polîsan ew sekinandiye û hewl dane di Lêgerîna Agahiyê Giştî (GBT) de derbas bikin û wiha got: “Îdiaya ku ji ber Şahîn pêkanîna GBT’ê qebûl nekiriye, polîsan gule berdane wî gihişt aliyê me. Di dîmenên ku gihiştin ber destê me de jî xuya dike ku piştî Sûat Şahîn bi guleyan birîndar dibe, bi piştê ve tê kelemçekirin û li wesayîtê siwar dikin û rakirine nexweşxaneyê. Şahîn hêj li nexweşxaneyê ye û xetereya jiyana wî berdewam dike.”   DERBARÊ ŞAHÎN DE LÊPIRSÎN HATIYE VEKIRIN   Yildiz, da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkildarî bûyerê lêpirsîn daye dest pê kirin û wiha berdewam kir: “Lê mekanîzmaya parastinê ya polîsên dewletê ketiye meriyetê û tenê derbarê welatî Sûat Şahîn de ji sûcê ‘ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye’ lêpirsîn hatiye vekirin.”   TUNDIYA KEYFÎ   Yildiz, bi lêv kir ku welatî li Tirkiyeyê her roj bi tundiya keyfî ya hêzên ewlehiyê re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axftina xwe: “Sedemên zêdebûna bûyerên ku faîlên wan hêzên ewlehiyê ne, polîtîkayên bê cezatiyê ne. Heta carna cezayên weke xelatan didin bersûcan. Lê mixabin daraz lêpirsîneke zelal bi rê ve nabe û Wezareta Karên Hundir jî personelên xwe diparêze û destûra lêpirsînê nade. Tirkiye mecbûre ku li gor belge û peymanên navneteweyî ku îmzekirine tevbigere.”   ‘EM Ê GILÎ BIKIN’   Yildiz, anî ziman ku weke ÎHD, ji bo mafê ewlehî û jiyanê yê Şahîn di nav fikarê de ne û wiha domand: “Ji bo ku bûyer ronî bibe em bang dikin ku Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ji bo rastî derkevin holê bi awayekî zelal û bêalî lêpirsînekê bide destpêkirin, Walitiya Batmanê jî derbarê personelên cemaweriyê yên gumanbar de lêpirsîna îdarî bide destpêkirin.    Yildiz, bi lêv kir ku dema bi Sûat Şahîn re hevdîtin kirin wê giliyê polîsan bikin.    BAV ŞAHÎN: EZ Ê TÊBIKOŞIM   Piştî Yildiz, bav Yilmaz Şahîn jî axaftineke kurt kir û diyar kir ku ji bo faîlên gule berdan kurê wî werin darizandin wê li her qadê têbikoşe.