Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin 2021-09-30 12:22:50   MÊRDÎN - Li Nisêbînê di serdegirtina malê de kesek hat binçavkirin.    Li Taxa 8’ê Adarê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, polisan bi ser malekê de girtin û kesek binçav kirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê daye destpêkirin de Azad Sulum (30) ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Di lêgerîna malê de polisan tiştên malê ji hev belav kirin. Hat diyarkirin ku Sulum birine Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê.