Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya rojnamegerên ku PDK'ê wan girtiye 2021-09-30 11:40:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojiya mirinê ya ronakbir, nivîskar û rojnamegerên ku ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin dane dabûn destpêkirin ket roja 24'an. Parastvanên mafan bi armanca piştgiriyê wê di 4'ê cotmehê de çalakiyên girseyî li dar bixin.    Ji bo girtiyên Behdînan ku 23 roj in di gireva birçîbûnê de kampanyaya hevdengiya li gel girtiyên Behdînan hate ragihandin. Organîzetorên kampamyayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de tê gotin ku hejmarek zêde  kesayet û dilsoz bi awayek derveyî yasayî hatine girtin û hinek ji wan dest bi grevê kirine, lê tundbûna li hemberî wan berdewame.   Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Girtiyên Behdînan ew kesin ku ji ber parastina maf û daxwazên baş ên giştî yên civakê êşê dikêşînin. Neheqiyek mezin li hemberî van tê kirin. Lewma nabe em wan bi tenê bihêlin. Ji ber me di girtîgehê de ne û erka me hemûyane li derveyî girtîgehê xwedî li wan derkevin. “   Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku wê li seranserî navçe û bajarên Herêma Kurdistanê û derveyî herêmê bi armanca çareserkirina doza wan di 4’ê Cotmehê de weke erkek exlaqî û nîştimanî dest bi xwepêşandanê bikin.   Wê di 4’ê Cotmehê de di saet 10.00’an de li ber dadgehên navçe û bajarên Herêma Kurdistanê xwepêşandan werinkirin. Ji bo tevlîbûnê bang li her kesê tê kirin.