Di wesayîta şîrketa ku unîformayan ji TSK'ê re peyde dike tiryak hat zevtkirin 2021-09-30 09:06:44 AMED - Derket holê ku di wesayîta aydê şîrketeke Bin Groupê de ku salê bi 2 milyon TL'yî kamuflaj û unîforma ji bo Hêzên Çekdar ên Tirk û Midûriyeta Giştî ya Polîsan tedarek dike, 210 kîlo tiryak hat derdestkirin.  Di wesayîteke  aydê şîrketa Bin Groupê de ku salê bi 2 milyon TL'yî kamuflaj û unîforma ji bo Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Midûriyeta Giştî ya Polîsan tedarek dike, 210 kîlo tiryak hat derdestkirin. Derket holê ku di 29'ê Mijdara 2020'î de di wesayîta bi plakeya 34 EW 8446 ya Şîrketa Bînsû ya di bn banê Bîn Groupê de ye û mamosteyê berê Vedat B. Serokê Desteya Rêvebir e, tiryak hatiye dîtin. Ev yel bi îdianameya ku hat amadekirin de derket holê.   Piştî ku di wesayîta şîrketê de ku Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê û wezîrê berê Cevdet Yilmaz tim serdana fabrîkeya wê ya li Çewligê dike, tiryak hat dîtin Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî îdianame amade kir.    WÊNEYÊN TIRYAKA KU DÊ BÊ BARKIRIN ŞANDIN   Li gor agahiyên di îdianameyê de cih digirin, ajovanê wesayîta bi plakeya 34 EA 8446 a aydê şîrketê Cîhan A., pêşniyara kûryetiyê ya Yûnûs Y. û Mehmet Emîn G. ku ji ber bazirganiya tiryakê sabiqeya wan heye, qebûl kir. Ajovan Cîhan A., di 29'ê Mijdarê de qumaşên li fabrîkeya Tekstîla Bînler a li Çewligê hatine çêkirin bi birin Amedê. Cîhan A., berî ku qumaşan bibe Amedê Yûnûs Y. wêneyên tiryaka pakêtkirî li ser Whatshappê jê r dişîne û jê dixwaze ku li mezrika Kavacik a gundê Dûrû yê Licê ya kalê wî tiryakê ji birayê wî Mûhammed Y. wergire.    WESAYÎT HAT ŞOPANDIN   Cîhan A. ku çû gund, tiryaka ku Mûhammed Y. li wesayîtê bar kir, wergirt û ket rê. Komên Şaxa Narkotîkê yên Midûriyeta Polîsan a Amedê ku istixbarata dê tiryak bê neqilkirin wergirtin, bi Pergala Naskirina Plakeyê wesayîtê şopandin.    Cîhan A. ku bêyî ku haya wî jê hebe tê şopandin, li xaçerêya Licê-Farqîn û Amedê Yûnûs Y. jî li wesaîtê kir. HInekî li pêş Mehmet Emîn G. jî wergirt û ber bi Amedê ve ket rê. Piştî 500 metreyî polîsan wesayîtê da sekinandin û tê de 210 kîlo tiryak hat dîtin.    SÛD JI QANÛNA POŞMANTIYÊ WERGIRT   Cîhan A. ku sûd ji qanûna poşmantiyê wergirt, di îfadeya xwe de diyar kir ku ajovanê Şîrketa Bînsûyê ye û gava tim ji bo kar ji Çewligê diçû Amedê, Yûnûs Y.'yê ku li qeraxa rê zebze difiroşe nas kiriye û ji ber ku rewşa wî ya aborî nebaş e, pêşniyara kûryetiyê ya Yûnûs Y. qebûl kiriye.     Yûnûs Y. jî tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nekirin û Cîhan A. jî ji ber alvêr pê re kiriye nas kiriye. Yûnûs Y. jî di îfadeya xwe de aniye zimên ku wê rojê dê birayê wî Mûhammed Y. jê re biyok û pelên zeytûnan bişandana û ji berê vê gazî Cîhan A. kiriye ku biçe mala kalê wî.    Mehmet Emîn G. jî di îfadeya xwe de aniye ziman ku Cîhan A. û Yûnûs Y. nas nake, ji ber ku cotkare û hin malzeme jê re lazim bûne, wê rojê li xaçerêyê sekiniye û bi otostopê wesayît daye sekinandin.    XWEDIYÊ FÎRMAYÊ: TU ELEQEYA MIN BI BÛYERÊ RE TUNE YE   Têkildarî bûyerê îfadeya Vedat B. jî hat girtin. Vedat B., di îfadeya xwe de diyar kir ku şîrketa Bînsû li ser navê hejîna wî Yildiz B. ye û wekî xwediyê wekaletê bi kar û barên fîrmayê re bilî dibe. Vedat B., di îfadeya xwe de ragihand ku fîrma kincên esker û polîsan çêdike û li gor qeydên wan ajovan Cîhan A., diviyabû di 30'yê Mijdara 2020'î de biçûne navçeya Westan a Wanê û ji bo vê di 29'ê Mijdarê de ji Çewligê derketiye. Vedat B., diyar kir ku ji hevjîna Cîhan A. pê hesiyaye ku di wesayîtê de tiryak hatiye zevtkirin û tu eleqeya şîrketê bi vê bûyerê re tune ye.    Di îdianameyê de hat xwestin ku Yûnûs Y., Cîhan A. û Mehmet EMîn G. divê bên cezakirin û cezayê wan ne di biniya 10 salan re be. Doseya Mûhammed Y. jî ji ber ku zarok e, ji ya wan hat cudakirin.