Fatûreya ceyrana girtîgehê li girtiyan tê barkirin 2021-09-30 09:06:43 EDÎRNE - Girtiyên di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê de, diyar kirin ku heqê ceryana qawîşekê 185 TL hatiye û gotin: "Îdare, ceyrana ku xerc dike jî li fatûreyê bar dike."  Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di dema Covîd-19'ê de zêdetir bûn. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê ye. Hefteya borî endamê Komeleya Hiqûqênasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Vedat Ece hevdîtin bi girtiyên li vir re kir û girtiyan binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Ece, diyar kir ku ji zû de ye li girtîgehê tecrîd heye. Ece, ragihand ku çalakiyên wekî werzîş, wêne û yên çandî hatine sekinandin û girtiyên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn, carinan mafê wan ê hewadariyê tê kêmkirin. Ece got: "Hin caran name û kargo nayên dayîn. Carinan jî dereng tên dayîn. Mijareke din jî fiyetên kantînê ne. Di saleke dawî de herî kêm 3 caran hatine bihakirin. Jixwe girtî bi awayekî baş nayên xwedîkirin û bi ser de jî gava fiyetên kantînê biha bin, ev yek bi temamî bandoreke nebaş li tenduristiya wan dike. Gore, kinc, bornoz û kincên bin ên ji derve tên nayên dayîn. Ev tişt berê dihatin qebûlkirin, lê niha nayên qebûlkirin. Her tiştî ji kantînê dikirin."    Ece, ragihand ku pirsgirkeke din jî fatûreyên ceryanê ne. Ece, anî ziman ku fatûreyên zêde li girtiyan tên birîn.    FATÛREYA HUCREYEKÊ 185 TL    Ece, anî ziman ku li 3 kesên ku di hucreyeke 12 metrekareyî de dimînin mehê 185 TL heqê ceyranê tê stendin û got: "Girtî tenê TV, sarinc û kettle bi kar tînin. Lê dîsa jî 185 TL fatûre li wan tê birîn. Ev jî pirsa 'Gelo îdareya girtîgehê ceryana xwe jî li girtiyan bar dike?' tîne bîra mirov. Me heman tişt ji girtiyên li girtîgehên din jî pirsî. Ew 3 mehan carekê 30 TL'yî didin. Girtiyan, diyar kir ku îdareya girtîgehê ceryana korîdor, beşa îdareyê jî li wan bar dike."    Ece, destnîşan kir ku li gor rêziknameya girtîgehê lêçûnên ronahiyê aydê îdareya girtîgehê ne.    BANGAWAZÎ   Ece, destnîşan kir ku Wezareta Dadê divê van pirsgirêkan û binpêkirinên mafan ji holê rake û got: "Demildest divê ev yek bê rastkirin. Wezaret divê dawî li vê pêkanîna li girtîgehê bîne. Divê nehêle ku heqê av û ceyranê ji girtiyan bê stendin. Her wiha divê fiyetên biha yên kantînan jî bibin wekî berê."    BERSIVA GIRTÎGEHÊ   Me têkildarî mijarê telefonî girtîgehê kir. Kesekî ji îdareya girtîgehê diyar kir ku ne rast e bi telefonê agahî bide û gava serî li dozgeriyê bê dayîn dê bersiv bê dayîn. Heman kesî, paşê girtî derewandin.    MA / Mehmet Aslan