Malbata Yazan li benda cenazeyê kurê xwe ye 2021-09-29 19:39:02   ŞIRNEX- Malbata endamê HPG'ê Hamît Yazan ku li Elkê di şer de jiyana xwe ji dest bû, ji bo cenaze wergire hat Şirnexê û ji bo DNA'yê xwîn da.   Malbata endamê HPG'ê Hamît Yazan (Zal Şengal) ku di 9'ê Îlonê de li qada Elkê ya Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeê Yazan wergire, ji Tekirdagê hat Şirnexê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji bo DNA'yê xwîn da.   Cenazeyê Yazan bi hefteyan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû sekinandin û paşê li goristana bêkesan hatibû veşartin.    Malbat li bendê ye ku cenaze wergire û li Wanê defin bike.