Di doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên parêzeran hatin redkirin 2021-09-29 15:37:36   RIHA - Di danişîna 20’emîn a doza Komkujiya Pirsûsê de dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir. Şandeya dadgehê jî daxwazên parêzeran hemû red kir.    Li ber Navenda Çanda Amara ya li Pirsûsa Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê bombe di çalakiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku dixwest biçin Kobanê de teqand û 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Doza ku derbarê Komkujiyê de hatiye vekirin berdewam dike. Danişîna 20’emîn a doza komkujiyê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê kul i Kampûsa Girtîgeha Hîlwanê ye hat lidarxistin.    Malbatên qurbaniyan, kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn, parêzer, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û endamên SGDF’ê beşdarî danişînê bûn. Gelek polîs û leşker jî li eywana danişînê hatin bicihkirin.    Bersûcê dozê Yakûp Şahîn ku ji dosyeyê ew bi tenê girtî ye ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Dozger di danişîna 19’emîn de ya di 27’ê gulanê de mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kiribû. Di mutalayê de ji bo bersûc Yakûp Şahîn 34 caran cezayê muebeta girankirî hatibû xwestin. Her wiha derbarê bersûcên bi navê Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî yên firar de jî daxwaza cihêkirina dosyeya wan hatibû kirin.    PARÊZERAN DAXWAZÊN XWE GOTIN    Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Daxwazên parêzeran ku danişîke berê li dosyeyê hatibûn zêdekirin hatin xwendin.    Parêzeran daxwa kir ku dosye bêkêmasî were darizandin û endamên DAIŞ’ê ku têkiliya wan bi teqînan re heye werin guhdarkirin. Parêzeran xwest dîmenên bêkêmasî yên li Pirsûsê hemû li dosyeyê werin barkirin.    ‘BILA DAVÛTOGLU WERE GUHDARKIRIN’    Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol jî destnîşan kir ku dozger dixwaze bilezûbez biryara dosyeyê bide û wisa dixwaze ser dosyeyê bigire. Îzol anî ziman ku serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglu hin beyanan vegotiye û xwest Ahmet Davûtoglu wek şahid were guhdarkirin.    ‘WÊ GUNEHÊ WAN DI STÛYÊ ME DE BIMÎNE’   Serokê Baroya Rihayê yê berê Abdullah Oncel jî destnîşan kir ku heke hemû kesên têkiliya wan bi komkujiyê re heye neyên guhdarkirin dê gunehê 33 însanan di stûyê wan de bimîne û xwest daxwazên parêzeran werin qebûlkirin.    DADGEHÊ DAXWAZÊN PARÊZERAN RED KIR    Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê ji bo muzakereya daxwazên parêzeran 15 deqîqe navber da danişînê. Bi dû navberê re şandeya dadgehê têkildarî daxwazên parêzeran axivî û daxwazên parêzeran hemû red kir.    Dozger jî mutalaya xwe ya di danişîna 19’emîn de dubare kir. Pişt re xizmên qurbaniyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn li dijî mutalaya dozger parastinê kirin.    Pişt re şandeya dadgehê dîsa navber da danişînê.