Dadgehê pirsa 'te çima qîr nekir?' ji zaroka hat tecawîzkirin pirsî 2021-09-29 15:03:32   MÊRDÎN - Di doza Osman Ç. ê ji ber sûcê "êrişa zayendî" ne girtî tê darizandin de, serokê dadgehê pirs "te çima qîr nekir" ji ciwana 17 salî Z.Ç., pirsî. Parêzeran ji ber vê pirsê bertek nîşan dan.     2'yemîn danişîna doza darbarê Osman Ç. ê di Tîrmeha 2020'an de, tecawîzî biraziya xwe Z.Ç., a ji Îsvîçreyê ji bo serdanê hatibû navçeya Qoser a Mêrdînê kiribû hat vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Osman Ç., piştî bûyerê hatibû girtin û di 13'ê Çileya 2021'an de, di danişîna ewil de hatibû berdan. Xizmên Osman, ew bi dahul û zirneyê, li ber girtîgehê pêşwazî kiribûn. Bersûc Osman ê ne girtî tê darizandin beşdarî danişînê nebû. Mexdûr Z.Ç (17), malabat û parêzerên wê, Platfora Jinan a Şahmaranê, Komeleya Mamoste Saadet a Têkoşîna li dijî Îstismara Zarokan tevlî danişînê bun. Di danişînêde Z.Ç li pêşberî şandeyê îfade da.    Di destpêka danişînê de Z.Ç îfade da  û bûyer ji serî ve got. Z.Ç., a ku di dema gotinê de zehmetî dît wiha parastin: "Ji bo min axaftin gelek zor tê, ji ber ku bûyerek ji rêzê nîne. Ez îro ji bo hemû zarokan li vir im. Ji bo êdî êrişa zayendî li zarokan neyê kirin. Ji bo dengê wan were bihîstin. Ez dixwazin bersûc bêcezakirin."   Serokê dadgehê didema pirsyariya Z.Ç., de pirsên weke "te çima qîr nekir?" jê kir.  Parêzerên Z.Ç., di parastina kirin ku bertek nîşanî vê pirsa serokê dadgehê dan. Serokê dadgehê, piştî parastinan daxwazên parêzeran red kir û danişîn taloqî 27'ê Cotmehê kir.    PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANΠ   Parêzerên Z.Ç., û rêxistinên jinan ên danişîn şopandin, piştî danişînê li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê.   Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê parêzer Dîlan Koç, di daxuyaniyê de axivî û got: "Daxwaza me ya girtina bersûc hat redkirin. Em pirsên serokê dadgehê yên ji Z.Ç., kirin şermezar dikin. Nabe ku pirsên wiha ji mexdurekê bê kirin. Em di dadgehê daxwaz dikin ku, biryarên jiyana mexdûran bi bandor dike negire."   Koç bal kişand ser sûcdarkirina Z.Ç û wiha got:"Rexmê ku tecawiz lê hatiye kirin jî tê lêpirsînkirin. Jê re dibêjin çima tu neqêriyaye, çima di laşê te de cudahî rûnedane. Em êdî nikarin van nêzîkatiyan qebûl bikin. Xala din jî ya ku em destnîşan bikin jî biryara şandeyê ye. Ev bûyerek pir hesas e. Ev bûyer bandorê li jiyana zarokekê dike. Me got ger ku îro ceza neyê dayîn jî pêwîst e were girtin û wisa were darizandin. Her wiha ger ev daxwazên me jî neyên erêkirin pêwîst e her hefte îmze biavêje ku were zanîn nereviyaye. Lewra tu daxwazên me nehatin qebûlkirin. Tecawuzkar ji derve serbest digere. Dîlan herî dawî spasiya xwe ji bo jinên ku ji serî de dozê şopandine kir."     'HETA ENCAMÊ EM Ê ŞOPDAR BIN'   Berdevka UCIK’yê Leyla Koçyigit jî, beşdarkirina Z.Ç ya danişînê rexne kir û wiha got: "Em qala zarokekê dikin ku bûyera jiyaye bi serê xwe jê re travmayek mezin e. Li pêş şandeyê guhdarkirina wê ango zindîkirina bûyerê şaşiyek mezin bû. Li aliyê din jî rexmê ewqas delîlan negirtina bersûc bêhiqûqî ye. Em ê weke jin li vir bin û heta ku em encamekê digirin jî em ê li berxwe bidin."