Cenazeyê Kahraman Sûnar hat veşartin 2021-09-29 12:21:35 ÊLIH - Endamê HPG’ê Kahraman Sûnar ê li Çiyayê Gabarê di şerekî de jiyana xwe dest dabû li navçeya Hezoyê hat veşartin.    Li Çiyayê Gabarê ku bi ser ser Şirnexê ve ye di 11’ê gulanê de di navbera leşker û endamên HPG’ê de şer derketibû. Endamê HPG’ê Kahraman Sûnar (Egît Timoq) di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Sûnar ji bo wergirtina cenazeyê lawê xwe nimûneya xwînê ji bo testa DNA’yê dabû. Nimûneya xwînê ya malbatê û cenaze piştî 4 meh û nîvan li hev hat. Li ser vê yekê malbatê cneaze ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê wergirt û birin taxa Timoq a Bajaroka Kaniya Henê ya bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve. Piştî ku wecîbeyên olî yên cenaze hatin kirin, cenaze li goristana taxê hat veşartin.    Di dema veşartina cenaze de leşkeran derdorê dorpêç kiribû.