3 demsal derbas bûn: Heta pêkanîna edaletê em veneqetin 2021-09-29 10:43:22   RIHA - Malbat Şenyaşar ku 3 demsal in li ber Edliyeya Rihayê ne, ev peyam parve kirin: "Heta pêkanîna edaletê em ji pêş Edliyeya Rihayê veneqetin."   Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, Nobeta Edaletê ya di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 205'an de didomînin. Malbatê îro jî nobeta xwe li qada ku weke "Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin da destpêkirin.     Li ser hesabê xwe yê medya sanal malbatê ev parvekirin kir: "Di têkoşîna me ya edaletê de roj veguerîn hefteyan, hefte veguherîn mehan, meh veguherîn demsalan û demsal veguherîn salan. Heta ku emrê me têr bike, heta ku edalet pêk were, em ê ji pêş Edliyeya Rihayê veneqetin."