‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye' 2021-09-29 10:21:40   AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, deklerasyona ku HDP'ê aşkera kiriye weke "derketina ji gêdûka tarî" nirxand. Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya jî got ku deklerasyona HDP'ê nexşerê ye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku di siyaseta Tirkiyeyê de rûpelekî nû vebike, deklerasyoneke ku ji 11 xalan pêk tê aşkera kir. Di deklerasyonê de di serî de Pirsgirêka Kurd li ser 11 pirsgirêkên bingehîn ên ku li benda çareseriyê ne hat rawestandin. HDP ku avakirina komereke demokratîk û civakî armanc dike, bang li hemû aliyên civakî û aktorên siyasî kir û peyam da ku ji muzakerekirin, meşa bi hev re, têkoşîn û rêveberiya hevpar re amade ye. Nîqaş û nirxandinên derbarê deklerasyonê de jî didomin. Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek û Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û deklerasyonê nirxandin.    DEMOKRASÎ Û XWESERΠ   Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku deklerasyona ku HDP'ê aşkera kiriye derketine ji gêdûka tarî ye û derbarê deklerasyonê de ev nirxandin kir:   "Ecibandin û qebûlkirina deklerasyonê ya ji aliyê gelek derdoran ve girîng e. Aşkerakirina tunebûna lêgerîna cihgirtina di nav tifaqan de jî girîng e. Ji tifaqan re hat gotin ku heke hûn tifaq dibêjin "keremkin di derê pêş de werin". Aşkera nehatibe gotin jî ev helwest kurteya "Ji Tirkiyeyê re demokrasî, ji Kurdistanê re xweserî" ye. Ji ber ku giraniya navenda deklerasyonê ji pêşxistina demokrasiya Tirkiyeyê re hatiye veqetandin, nêrîn, daxwaz û armanc û tekoşîna demokrasiya radîkal a ji Kurdistanê re xweserî, kêm in. Avakirina komara demokratîk pirsgirêka Destûra Bingehîn a nû ye. Ji ber vê pênasekirina Destûra Bingehîn a nû ya di deklerasyonê de girîng e. Pêşxistina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê girêdayî pirsgirêka sed salî ya Kurdistanê ye. Ji ber ku pirsgirêka kurd ji meseleyeke navxweyî derketiye û bûye meseleyeke herêmî xurtkirina demokrasiya li Tirkiyeyê jî bûye meseleyeke herêmî. Yanî heta ku Tirkiye têkiliyeke aştî û dostane bi rojava û bakurê Kurdistanê yên xwedî statu re bi pêş nexe ne pêkane ku demokrasî li Tirkiyeyê bi pêş bixe."   KAYA: DEKLERASYON NEXŞERÊ YE   Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya jî destnîşan kir ku deklerasyona HDP'ê nexşerê ye û ev nirxandin kirin:   "Di vê pêvajoyeke ku di bin zexteke mezin de ye HDP'ê bi deklerasyonê hêza xwe ya ku dikare nexşerêyekê deyne holê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gotina xwe bibêje. İsrarkirina çareseriya bi rêya diyalogê ya ji bo Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên welat biryareke di cih de ye. Divê mirov bi aşkera bibêje ku ji bo çareseriyê aktorê herî mezin birêz Ocalan e. Lê tenê derxistina pêş a vê yekê di vê konjoktorê de ji bo peşveçûnê ne pêkan e. Her çiqas ji bo demê detnîşankirina pergala parlamenteriyê weke çareseriya pirsgirêkan bê diyarkirin jî ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd pergala serokatiyê ya ne li ser zihniyet tekparêz hêsantir e. HDP'ê bi deklerasyonê bingeha tifaqeke nû bi şertan daniye holê. Bi hêsanî dikare bê gotin ku HDP tişta dikeve ser milê wê pêk aniye."   MA / Ergîn Çaglar