Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da 2021-09-29 09:11:37 STENBOL - Parêzvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkan rê nîşan dide. Endama DÎB'ê Nesteren Davûtoglû jî destnîşan kir ku divê hemû derdor li dor 11 rêgezên hatin eşkerekirin kom bibin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27'ê Îlonê de "Deklerasyona Banga Ji Bo Demokrasî, Edalet û Aştiyê" ku 11 rêgezan pêk tê eşkere kir. Parêzvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal û Endama Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Nesteren Davûtoglû deklerasyona HDP'ê nirxandin.   MESELEYA KURDÎ   Endama DÎB'ê Nesteren Davûtoglû, anî ziman ku raya giştî ji zû de ye li benda vê daxuyaniyyê bû û bi taybetî jî pêşniyarên derbarê meseleya kurdî de dihatin meraqkirin. Davûtoglû, bilêv kir ku derdoreke mezin a ku guh li deklerasyonê kiriye dibe ku bi vî awayî fikirî be: "Dê daxwazên bi vî rengî bikin ku em bi awayekî aştiyane û edalet û bi aramî bijîn." Davûtoglû got: "Ez kevaneke şexsî vekim. Ez li maleke Enqereyê ya girêdayî nirxên komarê mezin bûm. Malbata min malbateke rewşenbîr û pêşverû bû. Dapîra min perrdekar, mifetîşa MEB'ê bû, welatperwereke rasteqîn bû. Ez fikirîm, ggava deklerasyona HDP'ê bixwendana, dê bi wê baweriya xwe ya ji bo demokrasiyê xwedî li hemû rêgezên wê derketana."    HEVPARÎBÛN   Davûtoglû, destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê rejîmeke pir dijwar heye û maf û azadî hemû hatine xespkirin, xizanî zêde bûye û hawirdor ji bo rantê tê talankirin. Davûtoglû got: "Em li Tirkiyeyeke ku mafên mirvan nayê hesibandin dijîn. Ez wisa difikirim ku kesên ehlê demokrasiyê û mafên mirovan, dê ji bo xalên daxuyaniya HDP'ê bibêje ji bo pêşketina Tirkiyeyê pêdiviyeke bivê nevê ye."    Davûtoglû, anî ziman ku ji xeynî jiyaneke aştiyane tu şensekî gelan nemaye û got: "Yan na em ê bi navê aramiyê tiştekî nebînin." Davûtoglû, diyar kir ku lewma wisa difikire ku deklerasyona HDP'ê dê bersiva hest û daxwazên piraniya gel e û niha jî dem dema hevparîbûnê ya li dor van rêgezan e.    'ÎSPATA KU PARTIYA TIRKIYEYÊ YE'   Parêzvana mafên mirovan û yek ji damezrînerên AKP'ê yên berê Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku deklerasyona îspata ku HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Unsal, destnîşan kir ku HDP bal dikişîne ser gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê û got: "Deklerasyoneke ku bal dikişîne ser tevahiya pirsgirêkên Tirkiyeyê û van pirsgirêkan esas digire, çareseriyê pêşniyar dike û diyar dike ku dê di vî warî de bi partîne din re jî tevbigere. Ev deklerasyon li angaştên HDP'ê yên wekî 'Em partiya Tirkiyeyê ne' tê. Xwezî heman naverok di partiyên din de jî hebûna."    Unsal, diyar kir ku di heman demê de HDP'ê xwe wekî hêza çareseriyê jî nîşan daye û pêşniyara wê ya "qanûneke bingehîn a sivîl, azadîxwaz û demokratîk" pir girîng e. Unsal, destnîşan kir ku deklerasyona bangawaziyeke ji bo muxalefet û îqtidarê û heger bersiva deklerasyonê bê dayîn dê gelek pirsgirêk çareser bibin.    Unsal got: "Di warê jimarî de hêza HDP'ê heye. Partiya sêyemîn a mezin a Tirkiyeyê ye. Rasterast mexdûrê pirsgirêka kurdî ye ku pirgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye û carinan ji aliyê hin rayedarên payebilind ve tê înkarkirin û carinan jî ji aliyê muxalefetê ve tê bilêvkirin. Lewma partiyeke ku dikare bi rihetî çareseriyan bilêv bike, çareseriyê ji girseya xwe re bibêje û daxwazên wan li ser maseyê bîne ziman. Lewma girîng e. Heger Tirkiye meseleya kurdî çarser bike, dê di qada navneteweyî de jî bibe xwedî destkeftiyên mezin û dê wekî hêzeke aştiyane piştgirî lê bê kirin. Lewma girîngiyeke taybet a HDP'ê heye."    MA / Mehmet Aslan