ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-29 09:00:37 * RJAK ji Tebaxê û vir ve aqûbeta endama xwe Ciwana Ebdulbaqî ku ji aliyê Asayîşa PDK'ê hatibû binçavkirin, nizan e. Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn derbarê mijarê de destnîşan kir ku heta ji destê PDK'ê tê naxwazin jin têbikoşin û ji bo vê şerek taybet dide meşandin.  * Tevî hemû hewldanan jî Wezareta Karên Navxweyî damezrandina Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) qebûl nake û ji bo vê daxwaza randevûyê ya rayedarên partiyê qebûl nake. Dadgeha Îdareyê ya 13'an a Enqereyê vê helwesta wezaretê wekî helwesteke dijhiqûqî pênase kir û peywira wezaretê bibîra wê xist.    * Dadgehê ji bo kuştina Ceylan Onkol a 12 salî, biryar dabû ku ji sedî 90'ê qisûrê ya Wezareta Karên Navxweyî ye. Piştî vê biryarê wezaretê jî di serlêdana ji bo temyizê ya li Şûraya Dewletê de xwe avêt dexla parastina ku "qisûr tune" ye.   * Parêzvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkan rê nîşan dide. Endama DÎP'ê Nesteren Davûtoglû jî destnîşan kir ku divê hemû derdor li dor 11 rêgezên hatin eşkerekirin kom bibin.    * Rewşa Sîteya Galerîvanan a Tûşbayê ku di dawiya her hefteyê de tê vekirin û lê wesayîtên kevn tên firotin, nebaş e. Firotina wesayîtên kevn kêm bûye û fiyet jî her diçe bihatir dibin.    * Derbarê lêpirsîna derheqê kuştina du kolberan de biryara "veşarî" hat dayîn. Di 19'ê Îlonê de li Colemêrgê bi helîkpterê du kolberên li ser nifûsa Îranê hatibûn gulebarankirin.    * Qeyûm guherandina "Plana Avadaniyê ya Revîzyonê ya bi pîvana 1/5000" a derbarê Taxa Peyasê de pesend kiribû. Odeya Plansazên Bajêr jî ji bo betalkirina wê serî li darazê dabû. Dadgehê jî li gor rapora pêzaniyê guherandina ku qeyûm ew pesend kiribû da sekinandin.    * Înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz ku her du gurçikên wî jî xera bûne û birîna serê wî ya ji ber fîşeka gazê hê jî rihet nebûye, hat şewitandin.    * Talankirina daran herêma Besta û Çiyayê Çilnimêja didome vê carê jî  li Çiyayê Bizina ku bi ser Çiyayê Gabarê ve ye jî hat destpêkirin. Tenê di heftiyekî de sed hezar dar hatin birîn û qirkirina daran a li herêmê bênavber didome.    * Danişîna 20'emîn a doza Komkujiya Pirsûsê wê li Kampûsa Girtîgeha Hîlwanê were lidarxistin. (09.00)   * Doza Osman Ç. ê ku îstîsmara zayendî li hember biraziya xwe ya 17 salî pêk anî wê li Dadgeha Mêrsînê were lidarxistin. (09.30)   * Baroya Amedê wê rapora derbarê koçberên li Fermandariya Cendirmeyan a Çinarê tên ragirtin ku amade kiriye wê li avahiya xwe eşkere bike. (11.00)