Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin 2021-09-28 16:12:53   AMED - Ji dosya KCD’ê, ji bo Serokê Giştî yê EMEP’ê yê berê Levent Tuzel, heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin.    Bi îdiaya ku Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) yê berê û parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Levent Tuzel, di lijne û xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye, di doza jê tê darizandin de heta 15 salan cezayê hefsê jê re hat xwestin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Tuzel tevlî nebûyî de parêzerên wî Leyla Han Tuzel û Şaneşîn Aydin amade bûn. Di danişînê de Dozgerê Komarê bi daxwaza cezakirinê mutala xwe pêşkêş kir. Dozger îdia kir ku Tuzel tevlî civîna KCD’ê ku xweserî lê hatiye îlankirin û tevlî civînên di çarçoveya xebatên KCD’ê de pêk hatine bûye. Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest ku ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê li Tuzel were birîn.    Dûre parêzer Leyla Han Tuzel parastin kir û xwest ku qeydên deng ên orjînal bidin ber hev û lêpirsîneke berfireh were kirin. Şandeya dadgehê diyar kir ku rapora kesên pispor têra lêkolîn û lêpirsînê heye û daxwaza parêzer Tuzel red kir.    Piştî ku dadgehê daxwaz red kir, parêzer Tuzel xwest ku ji bo parastina li dijî mutalayê dadgeh wext bide wan. Dadgehê daxwaza wext a Tuzel qebûl kir û danişîn taloqî 7’ê kanûnê kir.