Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye 2021-09-28 15:26:24   STENBOL - Çalakiya hindekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî tayînkirina rektorê qeyûm dane destpêkirin, di roja 179’emîn de berdewam dike.    Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li dijî rektorê qeyûm ê ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayîp Erdogan ve hatibû tayînkirin, dane destpêkirin, di roja 179’emîn de didome. Hîndekaran di çalakiya ku pişta xwe dan avahiya rektoriyê de dowizên “Em qebûl nakin” , “Em dest jê bernadin” û wêneyên Can Candan, Feyzî Erçîn û Seda Bînbaşgîl hilgirtin. Hîndekaran piştî nobetê çalakiya xwe bi şermezarkirinan berdewam kir.